Dîwana Serokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ji bo çalakiyên 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyaniyeke nivîskî da û bal kişand ser şerê ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn dewam dike. Di daxuyaniyê de bang li navendên KCDK-E û gelê Kurdistanê hate kirin ji bo tevlî çalakiyên 1’ê Îlonê bibin.
Daxuyaniya KCDK-E wiha ye:
“Kurdistan û Rojhilata Navîn ku şerê sêyemîn ê cîhanê lê diqewime, di nava xwînê û rondikên çavan de fetisîne. Dîktator Erdogan, faşîzma AKP-MHP û paşverûtiya herêmê li dijî aştiyê şer sor dikin û dibin sedema mirina bi hezaran kesî. Şerê giran ê ku li Rojhilata Navîn diqewime, bi rengekî barbarî didome. Ji ber vî şerî bi hezaran mirov mirin, bi sedan hezaran ji cih û warê xwe bûn û bi deh hezaran mirov jî seqet man.
Hikumeta şer a AKP-MHP’ê ku li Rojhilata Navîn, Kurdistan û Tirkiyeyê ji bilî şer, hilweşandin û komkujiyê ti polîtîkaya xwe nîne, bi desteka hêzên paşverû û berjewendîparêz ên navneteweyî vê polîtîkaya xwe ya gemarî dimeşîne. AKP’ê bi êrîşa xwe ya li Dayikên Şemiyê, careke din rûyê xwe yê rast nîşan da. Yekane alternatîfa van polîtîkayên înkar û komkujiyê, paradîgmaya neteweya demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan e. Ev paradîgma paradîgmaya azadîparêziya jinê, jiyana wekhev û azad a hemû nasname û baweriyan e. Ya ku pêşî li şerê li Kurdistan û Rojhilata Navîn bigire û aştî û wekheviyê di nava gelan de bi cih bike, nêrînên Birêz Ocalan e. Wezîfeya hemû parêzvanên aştî û demokrasiyê ye ku ji bo aştî û azadiya li Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn, azadiya Birêz Ocalan biparêzin.
Weke KCDK-E em bang li hemû navendên xwe û gelê xwe dikin ku 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê li her cihî bi parêzvanên aştiyê re fikrên azadî, aştî û demokrasiyê yên Rêber Apo berz bikin. Banga me li gelê me ew e ku tevlî hemû meş û çalakiyên aştiyê bibin, daxwaza ji bo azadiya Rêber Apo, statuya Kurdistanê û aştiya li gelemperiya cîhanê bînin ziman.”