Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên Li Ewropa -KCDK-E, ragihand ku ji bo dawî li bêhiqûqî, êşkence û tecrîda ku zêdeyî 25 salan e li ser Rêber Abdullah dewam dike bînin, di 25’ê Hezîranê de, li Elmanya, Swîsre, Hollanda, Îngilistan û Belçîka çalekî werin pêkanîn.

KCDK-E bi daxuyaniyek da û got; Nobeta Azadiyê, ya li Strasbourgê, 12 sal in bê navber dewam dike. Ev nobet, îfadeya sekna bi biryar ya gelê Kurd e û ji bo azadiya Rêber Apo ye.

Dewleta Tirk a faşîst bi tecrîda mutlaq û cezayên dîsîplîna derhiquqî, hevdîtinên bi Rêber Apo re asteng dike. Dixwaze ‘Mafê Hêviyê’, ji nûve darizandin û azadiya wî ya fizîkî ji holê rakin.

Divê em li dijî van kiryarên faşîzan berxwedanê mezin bikin û li hemû cîhanê belav bikin.

Divê em, kiryarên faşîzan yên dewleta Tirk, ku hiqûq û exlaq nas nake, deşîfre û teşhîr bikin.

Divê em pêngava ku di meha Cotmeha 2023’an de destpê kir û pêl bi pêl mezin bû, li her derê dewlemend bikin û encamê bigirin.

Ji bo vê yekê, em ê, di 25’ê Hezîranê de, li gelek navendên Ewropayê çalakiyên ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ lidarxistin.

KCD-E, cih û dîroka meş û ûmitingên ku li bajarên welatên Ewropa bêne pêkanîn rêz kirin û got; Em bang li gelê xwe, ciwan, jin, kal, zarok û dostên xwe dikin ku bi ruhê seferberiyê tevlî van meş û mitinagn bibin.