Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê KCDK-E, bi daxuyaniyekê êrîşa koma feşîstên Tirk ya li Strasbourgê, li dijî Nobeta Azadiyê şermezar kir û got;
Bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji 25’ê Hezîrana 2012’an ve li Frensa bajarê Strasboûrgê ‘Nobeda Azadiyê’ bi biryardarî dewam dike.
Ev çalekiya ku di dîrokê de çalekiya herî dirêj e, wê roja 25’ê Hezîranê sala xwe ya 12mîn temam bike.
Lê, di 27’ê Gulanê de, komên faşîstên Tirk êrîşî Nobeta Azadiyê kirin.
KCD-E dazanîn ku helwesta êrîşkar û polîtîkayên krîmînalîzekirina desthilatdariya Fransayê ku li dijî Têkoşîna Azadiya Kurd didomîne, cesaret da komên faşîstan.
Eşkere ye ku ev êrîşa li dijî “Nobeta Azadiyê” bi helwesta Frasayê re girêdayî ye.
KCDK-E’ê bang li desthilatdariya Fransayê kir ku li dijî provakasyonan helwestê bigire.
KCDK-E, bang li gelê Kurd û hemû Kurdistaniyên li ewropa kir ku bi girseyî xwedî li Nobeta Azadiyê derkevin.
Ji Komîteya Amadekar a Çalakiya Nobeta Azadiyê Zulkuf Bîngol, têkildarî êrîşa faşîst axivî û got;
Erîşa faşîzan di nivê rojê de hate kirin û zerara maddî çêbû. Êrîşkaran ji me re gotin; Em hatine tola Brukselê hilînin.
Em dibêjin riya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd di Îmraliyê re derbas dibe, Rêberê me îradeya me ye û bêyî misoger kirina azadiyê wî çareseriya demokratîk ne pêkan e.
Dewlet û detshilatdarî hewl dide şerê li dijî Kurdan li her derê kûr bike.
Divê gelê Tirk baş zanibe ku ev şer ne tenê li dijî gelê Kurd e, li dijî gelê Tirk e jî.
Zulfu Bingol destnîşan kir ku ev êrîş nikare me ji Rêberê me û ji daxwaza me ya çareseriya demokratîk û aştiyane dûr bixe.
Em bang li gelê xwe yê welatparêz yên li Ewropa û dostên gelê Kurd dikin ku hîn xurttir xwedî çalakiya me derkevin.