KCDK-E’yê li ser 1’ê Gulanê daxuyaniyek weşand û bang kir ku di 1’ê Gulanê de bibin yek, berxwedan û têkoşîna demokratîk mezin bikin.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê têkildarî 1’ê Gulanê Cejna Karkeran daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji her demê bêhtir pêwîstî bi wê heye ku di 1’ê Gulanê de têkoşîna azadî û kedê bi rengekî hevpar bê xurtkirin.

KCDK-E’yê diyar kir, şewba vîrûsa koronayê bi rengekî berbiçav nîşan da ku sîstema kapîtalîst gefa sereke ye li ser paşeroja mirovahiyê û ragihand, “Karker li gel şewbê neçar hatin hiştin ku di nava şert û mercên neewle de bixebitin. Bêkar di pêvajoyeke welê de ne ku nizanin paşeroja wan wê çawa be û xizanî li wan giran bûye.

Bi şewba vîrûsa koronayê re careke din hate dîtin ku pirsgirêkên mirovahiyê hevpar bûne, tevgera kedê jî ji her demê bêhtir divê têkoşîna xwe hevpar bikin, li dijî yekdestên navneteweyî bi têkoşîna demokrasiya global li dijî newekhevî, mêtingerî, şer, nexweşî, felaket û zextê têbikoşin.

Faşîzma AKP-MHP ku belayê serê mirovahiyê ye û dîktatoriya Erdogan li Rojhilata Navîn li pêşiya ked, demokrasî û wekheviyê astengiya herî mezin e.”

Di daxuyaniyê de li dijî bloka faşîst a AKP-MHP’ê banga xurtkirina têkoşîna hevpar hate kirin û hate gotin, “Em biherikin qadan û li dijî modernîteya kapîtalîst bibin yek. Em li her devera lê ne û her tim bibin yek, berxwedana azadiyê li dijî tecrîdê û faşîzmê xurt bikin.”