Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bang li doktorên Kurdistanî yên li Ewropayê kir ku tevlî komîteyên tenduristiyê bibin û bi berpirsyarî tevbigerin.
KCDK-E’yê bal kişand ser pandemiya Covîd-19 û diyar kir, şewb bandorê li jiyana mirovan, her qada jiyanê, qadên civakî, siyasî, aborî û her qadê dike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Gelê me yê li Ewropa, Kanada û Awûstralyayê di vê mijarê de pêwîstiya xwe bi agahdarkirin û piştgiriyê heye. Hem rêxistina me hem jî doktorên Kurdistanî yên li derveyî welat divê bi berpirsyarî rabin. Bi navê KCDK-E’yê ji roja destpêkê ve bi doktorên Kurdistanî yên ku me xwe gihandin wan Komîteya Tenduristiyê ya Krîzê ava kirin.”
Di daxuyaniyê de bang hate kirin ku li pêşberî vê şewbê mirov netirsin, nekevin panîkê û li gorî agahiyên ji derdorê dibihîzin tevnegerin û hate gotin, “Li şûna vê divê mirov bi moral bin û guh bidin agahiyên Navendên Tenduristiyê yên Krîzê yên NAVEND’ên me û li gorî wê tevbigerin.
Em bang li doktorên Kurdistanî hemûyan dikin (Ji Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat) di vê demê de li bajarê ku lê ne tevlî Komîteyên Tenduristiyê yên Krîzê bibin û ji bo tenduristiya gelê Kurd bi berpirsyarî tevbigerin.
Tevî agahdarkirina bi nivîskî û dîtbarî em ê agahdarkirina xwe ya bi rêya çapemeniyê, medya civakî bidomînin.”
KCDK-E’yê nûmareyên telefonê yên ku 24 saetan mirov dikarin xwe bigihînin wan eşkere kir:
Li gorî vê yekê:
Elmanya: 116117, xeta agahdarkirinê ya der barê vîrûsa korona (Ji bo tevahiya Elmanyayê): 030 18615 1515 (Ji Duşemê heta Înê saet di navbera 9.00-17.00)
Swîsre: 0584630000
Fransa: 0800130000
Belçîka: 080014689
Hollanda: 08001351
Îngilistan: 111
Awûstûrya: 1450
Danîmarka: 70200233
Awûstralya: 1800 020 080
Yewnanistan: 1135
Swêd: 113 13 , 1177, 112
Fînlandiya: 02 627 6868
Kanada : 1-866-797-0000
Spanya: 112
Slovenya: 080 14 04
Luksembûrg: 8002 8080
Îtalya: 112, 118