Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê ji bo çalakiya pankartê ya ‘Azadî ji Ocalan re’ banga tevlîbûnê kir.
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û di çarçoveya pêngava ‘Dem dema azadiya Rêber Apo ye’ ji bo çalakiya pankartan a bi qasî rojên dîlgirtî yên Ocalan di navbera 1-10’ê Mijdarê tê lidarxistin, banga tevlîbûnê kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi pankartên xwe yên rengîn, bi coş û afirîner ên ji nîşaneya paradîgmaya jiyana hevpar a gelan, ekolojîk û azadîparêziya jinê yên ji bo azadiya Rêber Apo, her cihî bixemilînin.
Li dijî faşîzm, barbarî û her cûre zext û zordariyê, bi saya fikrên Rêber Ocalan ku bû hêviya gelên cîhanê, şoreşa jinê ya Rojava pêk hat. Em vê şoreşê bi pankartên xwe vebêjin.
Em gotinên li ser fikrên Rêber Apo ku rê nîşanî mirovahiyê dide, bi pankartên xwe nîşan bidin.
Rêber Apo 21 sal in li dijî sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê bi xurtî li ber xwe dide. Em her rojeke dîlgirtî ya Rêber Apo bi dirûşmekê li pankartên xwe binivîsînin û bi wate bikin. Em vê kampanyayê ku wê di navbera 1-10’ê Mijdarê de pêk tê li herê bilind bikin.
Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku bi xurtî tevlî vê çalakiyê bibin, dîmen û wêneyên pankarta xwe bikişînin û li medya dîjîtal parve bikin.”