Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E’yê ji bo meşa dirêj banga tevlîbûnê kir, ku meş ji bo naskirina statuya Şengalê wê li Elmanyayê pêk were.

KCDK-E’yê daxuyaniyek weşand û destnîşan kir ku ji bo pêşîgirtina li komkujiyên li ser Şengalê, divê statuya Şengalê bê naskirin.

Li gorî daxuyaniyê, ji bo xwedîderketina li Şengalê wê di 17-18’ê Tîrmehê de ji bajarê Celle heta bajarê Hannoverê yên Elmanyayê meşek pêk were. KCDK-E’yê ji bo tevlîbûneke xurt a li meşê bang kir.

Daxuyaniya KCDK-E’yê wiha ye:

“Dewleta Tirk ku bi destê çeteyên DAÎŞ’ê komkujî kir û xwest Şengalê vala bike, ji ber parastina hêzên gerîla, YPG, YPJ’ê negihîşt armanca xwe. Dewleta Tirk ku dijminê baweriyên cuda, gelan, demokrasî û azadiya jinê ye, ji ber ku di van êrişên xwe de yên bi destê çeteyan kir negihîşt armanca xwe, vê carê bi artêşa xwe ya dagirker dest bi êrişên komkujiyê kir.

Hem bêdengiya welatên herêmê hem jî yên Ewropayê û dinyayê, bû sedem ku dewleta Tirk êrişê bibe ser Şengal, Başûr û Rojava.

Welatên Ewropayê, Parlamenta Ewropayê, Neteweyên Yekbûyî û Konseya Ewropayê ku piştî komkujiyên çeteyên DAÎŞ’ê yên li Şengalê daxuyanî dan, biryarên ku dan bi cih neanîn û bi bêdengiya xwe hêz dan dewleta Tirk a mêtinger ji bo êriş bike.

Pêşîgirtina li komkujiyên nû yên li Şengalê bi naskirin û misogerkirina statuya Şengalê dibe.

Dewleta Tirk a qirker ku êrişê dibe ser pîroziyên Kurdên Êzidî dixwaze Êzidxanê vala bike û demografiya herêmê biguherîne. Ji bo pêşî li tunekirina dîrokekê û şaristaniyekê bê girtin, divê raya giştî ya navneteweyî berpirsyariyên xwe yên dîrokî bi cih bînin.

Ji bo ev daxwaz bên bilêvkirin, ji bo pêşî li êriş û komkujiyên li ser Şengalê bê girtin û Şengal bibe xwedî statu, Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat di 17-18’ê Tîrmehê de ji Celle heta Hannoverê meşeke dirêj li dar dixe.

Xwedîderketina li Şengalê xwedîderketina li Kurdistanê ye. Xwedîderketina li Şengalê, xwedîderketina li mirovahiyê û dîrokê ye.

Her Kurdistanî û mirovên xwedî exlaq ji bo parastina nirxên xwe divê vê berxwedanê mezin bike, xwe berpirsyar bibîne û bi rêya vê meşê raya giştî ya navxweyî û derve bixe nava liv û tevgerê.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi rengekî çalak tevlî vê meşê bibe ku ji bo gelê me yê Şengalê û Êzidiyan gaveke girîng e.

Bi navê KCDK-E’yê di serî civaka me ya Êzidî em bang li Kurdistaniyan, Tirkiyeyiyan, Asûr, Ermen, Elmanan dikin, bang li jin, zarok, extiyar, ciwan, demokrat, mirovên pêşverû û rewşenbîran dikin ku bi xurtî tevlî vê meşê bibin.”