Koordînasyona Civaka Êzdîxan ya Ewropayê (KCÊE) bi daxuyaniyeke niviskî salvgera 43’an a PKK’ê pîroz kir û got, ”Em di salvegera dîrokî a 43’an de bi hesreta azadiya serok Apo û vegera welat li ser xaka pîroz salvegerê vejîna gelê me PKK pîroz dikin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin, Ev 43 sal in ku tekoşîna ji tunebûnê ber bi hebûnê fermî hatî destpêkirin, Ev tekoşîn ji asta rizgariya netewekî derbasî qada navnetewî bûyî, li dijî hişmendiya dewletên dagirker li Kurdistanê bûye alternatîfeke îdeolojîk heman demê li dijî pergala kapitalîst bi giştî jî.

Bi domdarî hate diyarkirin, ww ne tenê ji bo netewekî û herêmekî heman demî bûya hêvî û bingeha baweriyekî ji bo jiyanek azad û demokratîk li seranserî cîhanê, Vê feraseta demokratîk hem desthilatdariya dagirkeriyê hem jî paşverûtiya civakî jî hejandî û ruxandiye. Ji bo civaka Êzdî ev felsafa bûya rêya rizgarî û serfiraziyê, çawa vî ruhî û vê felsefê di roja fermanê de bû hegera azadiyê wê wisa jî bibê bingeh ji bo mîsogerkirina statuyekî mayinde ji bo Êzdixanê.

Di daxuyaniyê de bi berdewamî wiha hate gotin:

”Di salvegera 43’an a vejîna gelê me PKK de, bi rêbertiya Rêber Apo ber bi qadên azadiyê ve dimeşe. Gelê Kürdistanê bi têghîştin û famkirina pîvanên xwe ji nûh ve naskirina rastiya hebûna xwe,bi rêbertiya PKK’ê re nas kiriye û jivan pîvanên piradigmaya xweseriya deomokratîk qet gav ji paş ve navêje. Destkeftiyên li herçar parçeyên welat bi taybetî Şingal, Rojavayê welat nirxên azadiyê derxistiye asta herî bilind.

Ger îro jî dagikerên zalim û xwesparê wan hê jî bi aweyeki korane bixwazin li pêşiya vê pêla coşa çemê azadiyê rawestin, tenê ew ê li dîroka xwe poşman bibin. Ango eger hinek hê jî hêvî ji neyara bikin bila zanibin êdî hêzên mêtinger di roja me de ew ê nikaribin li pêşiya tekoşîna azadiya gelê me li yek perçeyekî jî rawestin. Bila baş bê zanîn ewan bitevahî şensê xwe hinda kirine.Bi taybetî ew ê hêvîya ji dijmin dikin ew ê bikevin nîvê selika gendelîya dîroka xwinmijn.

Em civaka Êzîdî, ên di dî dîrokê de qirkirin û femanên mezin li ser serê me de derbaskirine, nûunrên wan ên dema me ya nûh, xwe di şexsê hikûmet û dewleta AKP’ê û xayinên derdora wan wahşetê li ser gelê me de dimeşînin. Gelê me eva 43 sal in bi rûmeteke mezin berxwedan kir û têkoşîna zadiyê aniye qunaxeke herî giring. Ger dijmin û derdorê wan çendî demogojiya li ser rêberiya hebûna gelê me PKK û rêberiya wî dikin. Em bixwe weke Êzdiyan têkoşina azadiya Kurdistanê di şexsê Rêber Apo de bipîvanên hebûna mirovahî, gel û civaka xwe dibînin û vê rastiyê tespît dikin. Ji her kesî zêdetir pêwistiya naskirina Rêber Apo dibinin.Wekî li himberî paşverûtî, şaşî, dijminatiyên navxweyî xeteriya rawestiye, wergerandiye azadiya nav xweya gel û civakê.

Di Salvegera 43’an a têkoşîna azadiyê gelê me de bi bedelên herî mezin keda giranbiha gelê me îroj bûye evîdarê azadiyê û hesreta demokrasiyê xwe.Gelê me xwe bi cewerî daye pejirandin û xwe birêxistin kiriye. Nimûneya mezin li Şingal,û li Rojavayê kurdistan ala tekoşînê liser milê bi deh hezaraan tekoşeran, bi milyonan mirovên me dilê wan bi azadiya rêberiya xwe Rêber Apo davêje, cihê herî bilind deraniya holê. Gelê me bi têkoşîna xwe re rênîşandana Serok, êdî dibe sitara gelê derdor û cînarên me. Kurd ê li çar parçeyan û dervayî welat divê di her alîde hişyar bin û dibêjin xwedîderketina li gelê me yê Rojava, Şingal û tevahiya Kurdistan tê wateya pîrozkirina herî watedar a giringiya salvegera PKK’ê.

Bi vê pêwanê,Em bawer in rêberiya me di sala nûh de weke gel liser rêka tekoşinê wê bigihîne jiyaneke azad û demokratîk. Em di salvegera dîrokî a 43’an de bi hesreta azadiya serok Apo û vegera welat li ser xaka pîroz salvegerê vejîna gelê me PKK pîroz dikin. ”