Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê, bi daxuyaniyekê, êrişa çekdarî ya li ser Nûnertiya KNKê li Hewlêrê û şehîdkirina Denîz Cevdet Bulbun û êrîşa li Silêmaniyê şermezar kirin.

KCKe got; Ne bi gotinên şermok divê êdî bi rengekî xurt û vekîrî ji xiyanetê re em bêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, ji xiyanetê re bêjin xiyanet û helwestê nîşan bidin, hingî em ê karibin pêşî li felaketên mezintir bigirin û yekîtiya Kurdan jî pêk bînin.

KCK’ê di kesayeta Denîz Cewdet de hemû lehengên di êrişên dewleta Tirk de hatin şehîdkirin û şehîdên şoreşê bîranî û got:

Dewleta Tirk, beriya bi rojekê, li Rojava û Şingalê êrîşên faşîzan kirin. Herî dawî êrîşî buroya KNK û balafirgeha Silêmaniyê kir. Dewleta Tirk, bênavber li dijî tevgera me û Gerîla bi rengekî hovane êrîşan dike. Gerîla li dijî êrîşên dewleta Tirk li ber xwe dide.

Di hemû êrişan de tiliya xiyanetê heye. Ev êrîş ne bi hêza dijmin, bi piştgiriya xayinan têne kirin û şehadet çêdibin. Têkiliyên Barzaniyan bi dewleta Tirk re xiyaneteke eşkere ye, ev êriş û şehadet hemû, ji ber vê çêdibin. Divê her kes vê rastiyê bibîne û dijberiya xwe nîşan bide. Êdî her Kurd dizane ku ev xefk plana dewleta Tirk in. Têkiliya Barzaniyan, bi dewleta Tirk re xiyanetek eşkere ye. Divê ev helwesta reşbînî û xerab eşkere were vegotin.

Piştî Hakan Fîdan çû Iraqê û Başûrê Kurdistanê û hevdîtin kir, êrîş zêde bûn. Bûyerên rojên dawî li herêma Bradostê diqewimin jî nîşan didin planên nû hene û tê xwestin dewleta Iraqê jî tevlî vî planî bikin.

Li herêma Bradostê hewl tê dayin ku bikevin qadên Gerîla, zextê li gel tê dikin ku herêmê terk bikin. Ev kiryar parçeyek ji planê li Kerkûkê hate kirin e. Bûyerên li Kerkûkê jî planê dewleta Tirk e û armanc dagikririna tevahiya Başûrê Kurdistanê ye. Lê gelê Kerkûkê planê wan têk bir.

KCK got; Barzanî bi temamî angajeyî siyaseta dewleta Tirk bûne. Ev rastiya Barzaniyan divê, ji aliyê Kurdan ve bê dîtin. Tu armanc û fikareke Barzaniyan ji bo Kurdistanê nîne. Armanca Barzaniyan desthilatdarî û rûniştina li ser nimetên Kurdistanê ye. Barzanî kujerekî mîna Hakan Fidan himbêz dike û li ser navê vî êrîşî Kurdan dike.

Êdî rewş gihîştiyê wê astê; Divê gelê me, sazî dezgehên Kurdistanê li dijî xiyaneta Barzaniyan helwesteke ciddî û eşkere nîşan bidin. Divê her kes ji xwe bipirse xiyanetê bibîne û bi wêrekî dengê xwe bilind bike.

Divê Kurd, ne bi gotinên şermok, bi rengekî vekirî û dengekî bilind rastiyê bibêjin. Em neçar in, ji xiyanetê re bêjin xiyanet. Eger em karibin vê bikin, em ê pêşî li ketin û felaketên mezin bigirin û karibin yekîtiya Kurdan pêk bînin.

Derbarê êrişa li ser Silêmanî jî KCK’ê got:

Êrîş ji bo çavtirsandina xelkê Silêmanî ye. Dewleta Tirk û MÎT dixwaze, wek li herêma Behdînanê li herêma Soran jî belav bibe, YNK’ê teslîm bigire û dagirkariya li herêmê misoger bike. Baweriya me ew e ku xelkê herêma Soran û Silêmanî wê helwesta welatparêzî dewam bikin û planên dewleta Tirk û xayinan têkbibin.