Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ku ji doh ve li qada navneteweyî bi dirûşmeya ‘Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî’ kampanyayek hatiye destpêkirin.
KCK hemû mirovên xwedî exlaq û wijdan û saziyên demokratîk ku pêngav dan destpêkirin kir û wiha got:
“Vê kampanyayê di salvegera komploya navneteweyî de destpê kir û ev yek jî xwedî wateyek mezin e. Bersiva herî mezin û herî bi wate ku li hemberî komploya navneteweyî bê dayîn, teqez meşandina kar û helwesteke bi vî rengî ye.”
KCK’ê têkoşîna 25 salan a gelê Kurd û dostên wê li dijî komploya li dijî Rêber APO hat bibîrxist û got ku weke Tevgera Azadiyê ya Kurd ew kampanyaya mezin û bi wate silav dikin û ew ê bi her awayî piştgiriyê bidine.
KCK’ê baweriya ku kampanya wê bihije armanca xwe anî ziman û diyar kir ku têkoşîna li dijî komploya navneteweyî gihiştiye asta gerdûnî û ketiye pêvajoya têkoşîna topyekûn û encamgir.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê di berdewama daxuyaniyê de wiha got:
Têkoşîna li dijî komploya navneteweyî li qada navneteweyî tê meşandin. Ev yek ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gerdûnî jî pêşketineke gelekî mezin e. Rêber Apo ji têkoşîn û nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bawer kir û têkoşîn da destpêkirin. Şoreşa Kurdistanê weke parçeyekî têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gerdûnî ya gelên cîhanê û bindest, bi pêş ketiye. Sekin û helwesta Rêber Apo ya li dijî komploya navneteweyî jî, li ser vê bingehê bû. Rêber Apo hîn zêdetir giranî da ser têkoşîn û nirxên hevpar ên hemû beşên civakî yên bindest û gelan û ev yek gihandiye çarçoveyeke îdeolojîk û teorîk û bersiva herî bi wate daye komploya navneteweyî. Sekna Rêber Apo ya 25 salan li dijî sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê ev bû. Ev helwesteke parastina mirovahiyê, azadiyê, demokrasiyê, sosyalîzmê, gelan, jinan û bindestan e. Tê wateya tevlêkariya herî girîng. Lewma xwedîderketina li Rêber Apo, tê wateya xwedîderketina li xwe, li civakê, li azadî û li rûmeta xwe ya mirovahiyê. Vê kampanyayê ev rastî îspat kiriye. Rêber Apo li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî de ye, teqez mirovahî divê li dijî vê yekê têbikoşe. Azadiya gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û civaka gerdûnî jî bi vê yekê dibe.
Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bi bidawîbûna pergala tecrîd û êşkenceyê ya li Îmraliyê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo re ji nêz ve têkildar e. Bi bûyerên diqewimin ev yek îspat dibe. Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Sûriyeyê, tiştên li Îsraîl û Filistînê diqewimin ji bo vê mînak in. Li Rojhilata Navîn pirsgirêk bi zihniyeta netewe-dewletê û amûrên wê çareser nabin. Pirsgirêkên mirovahiyê yê wekhevî, azadî û demokrasiyê jî bi zihniyet û amûrên modernîteya kapîtalîst çareser nabin. Rêber Apo bi nêzîkahiya xwe ya neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk formula herî maqûl a çareserkirina pirsgirêkan daniye. Rabûna li ber tecrîda girankirî, di heman demê de tê wateya xwestina çareseriya pirsgirêkan.
Em bang li tevahiya gelê welatparêz ê Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin;
Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo nabe ku mirov bi tu awayî qebûl bike. Divê em li dijî tecrîda girankirî bi helwest bin û Rêber Apo azad bikin. Lewma divê em bikin ku hemû mirovahî rabibe ser pêyan.