Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê di salvgera serhildana 6-7-8’ê Cotmeha 2014’an ya ji bo desteka li berxwedana Kobanê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dest pê kirî daxuyaniyeke nivîskî da.
KCK’ê di daxuyaniyê de got, ‘’2014, 6-7-8’ê Cotmehê salvegera 4’an a serhildana desteka li berxwedana Kobanê ye. Em yên ku di van serhildanan de şehîd bûne bi hurmet û minet bi bîr tînin. Vîna wan a berxwedanê li hemû parçeyên Kurdistanê wê bibe sonda serfiraziyê ya jiyana azad û demokratîk. Em ê bêrîkirinên wan teqez bi Kurdistana azad û demokratîk tacîdar bikin.’’
KCK’ê bi berdewamî got serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê yên bi desteka li berxwedana Kobanê DAÎŞ ber bi têkçûnê ve biriye û di wê rêyê de ku berxwedanê ber bi serfiraziyê ve dibe bûye moral û hêza diyarker.
NÎŞAN DA KU KOBANÊ NE TENÊ YE
Di daxuyaniyê de bi berdewamî hate gotin, ‘’Van serhildanan li Kobanê dawî li DAÎŞ’ê aniye. Serhildanê 6-7-8’ê Cotmehê nîşan daye ku gelê Kurdistanê li çar parçeyek bi yek hîsê ye. Bi van serhildanan nîşanî hemû cîhanê dane ku Kurd bûne neteweya demokratîk a ku ji bo azadiya xwe li ber xwe didin.’’
GEL LI DIJÎ AKP’Ê YA PAŞMÊRÊ DAÎŞ’Ê HELWESTA XWE NÎŞAN DAYE
6-7-8’ê Cotmehê li tevahiya Bakurê Kurdistanê ciwan, kal û pîr, jin, zarok, hemû gel dakete meydanê. Bi qêrînan gotine ku berxwedêrên Kobanê ne tenê ne. Li dijî desthilata AKP’ê ku destekê dide DAÎŞ’ê jî hêrsa xwe nîşan dane. Bi taybetî bersiveke xweş dane gotina Tayyîp Erdogan ku gotibû, ‘Kobanê ti nemaye ku bikeve’’. Tayyîp Erdogan li ser hîmê ku Kobanê bikeve dest DAÎŞ’ê hesab kiriye ku têkoşîna azadiya Kurd bi paş ve bibe. Kobanê li ber xwe daye û ev berxwedana gelan hesabên Erdogan li bin guhê hev xistine.
Piştî ku armanca bi fetisandina Şoreşa Rojava têkoşîna azadiya Kurd tasfiye bike pûç derket, Tayyîp Erdogan vê carê jî bi êrîşa li ser têkoşîna azadiyê ya Bakurê Kurdistanê hewl daye ku têkoşîna azadiyê ya Kurd bi paş ve bibe. Di civîna pêşî de ya Desteya Ewlehiya Millî ya Tirk de, ya piştî serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê li dijî Tevgera Azadiya Kurd biryara şerê giştî hatiye standin. Tişta ku hemû desthilatdaran kiriye ku di pirsa Kurd de ne xwedî polîtîkaya çareseriyê ne. Mitebaqata Dolmabahçayê jî û encamên hilbijartina 7’ê Hezîranê jî ji ber vê biryara şer red kiriye û şer gur kiriye. Ji bo vê jî, serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê bi rengê wan çalakiyên ku maskeya li ser rûyê desthilata AKP’ê xistî, di dîrokê de cihê xwe girtiye.
Tayyîp Erdogan bi êrîşa ser serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê karakterê xwe yê dilxwazê DAÎŞ’ê nîşan daye. Bi dehan Kurdên welatparêz hatine kuştin. Gelê me wê kuştina bi dehan welatparêzan ji bîr neke û bi teqezî hesabê vê bipirse.
SERHILDAN EV 4 SAL IN DIDOMIN
Di serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê de ciwanan li Kurdistanê li gelek bajar, navçeyan rê kontrol kirine û vîna jiyana azad û demokratîk a Kurdan nîşan dane, nîşan dane ku ew ê li ber zextan serê xwe netewînin. Dewleta Tirk a qirker, çawa ku di tevahiya dîrokê de êrîş biribe ser vîna jiyana azad a Kurdan, piştî serhildanê 6-7-8’ê Cotmehê jî bûye xwedî vê helwestê. Ji wê rojê ve ev 4 sal in ev serhildan didomin. Êrîşên 4 salan ên desthilata AKP’ê, zext û kirinên wê nîşan didin ku li Tirkiyê heta ku hişmendiya faşîst a qirker bi têkoşînê neyê paşxistin, ne Kurdistan dikare azad bibe û ne jî Tirkiye dikare demokratîk bibe. Ji bo vê jî gelê Kurd û ciwanên wê bi rihê serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê ya ji bo desteka berxwedanê Kobanê divê tevlî nav têkoşînê bibin. Bi serhildanên 6-7-8’ê Cotmehê me çawa polîtîkaya çewisandina Tevgera Azadiyê ya AKP’ê ya bi destê DAÎŞ’ê pûç kiribe, bi heman rihî polîtîkayên qirker ên berdest ên desthilata AKP’ê jî wê were têkşikandin.
AKP JI BO KU SERHILDAN BISEKINE TIKA JI RÊBER APO KIR
Dethilata AKP’ê piştî serhildana 6-7-8’ê Cotmehê bi rengê ku xwe bavêje ber lingê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê tika kiriye ku serhildan raweste. Di wan şertan de ku rewşa bê şer didomî, çalakiyên destekdayina berxwedana Kobanê piştî ku gihaştine aramnca xwe bi dawî bûye. Tayyîp Erdogan û desthilata AKP’ê dema ku dîtî li ber berxwedana gelê Kurd û ciwanan dihejije, çawa ku xwe avêtibe ber lingê Rêber Apo û Tevgera Azadiyê, demeke ne dûr dîsa wê bikeve vê rewşê.
Desthilata AKP’ê ya ku li ser polîtîkaya qirkirinê rawestiyaye, bi desteka dewletan û NATO’ê her çendî êrîşên xwe bidomîne jî li bara têkoşîna azdiyê ya gelê Kurd wê nikaribe xwe ji têkçûnê bifilîtîne. Jixwe êrîşên li ser Dayikên Şemiyê û karkeran ji vê tirsê ye. Desthilateke wiha ya faşîst heye ku têkoşîn hebe nikare li ser piyan bimîne. Gelên me û hêzên demokrasiyê bi têkoşînê wê desthilata AKP-MHP’ê ji ser serê gelên Tirkiyê biqewirîne.
Di salvgera 6-7-8’ê Cotmehê de, ev giyanê berxwedanê wê di têkoşîna me de were jiyîn, berxwedana me ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi serfiraziyê were tacîdarkirin, Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk wê were avakirin.’’