Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê namzetê YNK’ê Berhem Salih ku di dengdana duyê de bû Serokkomarê nû yê Iraqê pîroz kir.

KCK’ê Dr. Berhem Salih bi peyamekê pîroz kir, ji bo ku Salih bû Serokkomar kêfxweşiya xwe diyar kir û got, ‘’Di pêvajoyeke wiha de ku pirsgirêkên giran ên siyasî, aborî û civakî hene, em pir girîng dibînin ku Rêzdar Berhem Salih hatiye ser meqamekî wiha krîtîk.’’

Peyama pîrozbahiyê ya KCK’ê wiha ye: ‘’Di encama hilbijartinê ya Parlamentoya Iraqê de, bi desteka piranî ya endamên parlamentoyê bi Serokkomarî hilbijartina Rêzdar Dr. Berhem Salih bi kêfxweşî pêşwazî dikin û wî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev peywira giran ku Rêzdar Berhem Salih hilgiriye û ev berpirsyarî ji bo hemû gelên Iraqî bibe ya xêrê.

Di pêvajoyeke wiha de ku li Başûrê Kurdistanê, Iraqê û li Rojhilata Navîn pirsgirêkên giran ên siyasî, aborî û civakî hene, em pir girîng dibînin ku Rêzdar Berhem Salih hatiye ser meqamekî wiha krîtîk.

Pir girîng û binirx e ku Rêzdar Berhem Salih ji parlamentoyê ku temsîla gelek nasnameyên etnîk, dînî û mezhebî dike, destek standiye û bûye serokkomar. Ev rewş encama wê ye ku Rêzdar Berhem Salih di tevahiya jiyana we bi hemû derdorên civakî û  siyasî re dida û distand, her wiha nîşana wê ye ku hemû gel derbarê çareseriya pirsgirêkan jê bawer dikin û jê hêvîdar in.

Em bawer dikin ku Rêzdar Berhem Salih wê bibe layiqî vê pêbawerî û jê hêviyê. Em hêvî dikin ku bi hişmendî û siyaseta xwe rê li ber wê veke ku gelên Iraqê ji dorpêça etnîk, dînî û mezhebî rizgar bibe û hişmendî û jiyaneke demokratîk ava bike.

Em hêvî dikin ku di serî de  pirsa Kurd ji bo çareseriya li ser rêgez û nirxên demokratîk a hemû pirsên siyasî,  aborî û civakî yên Iraqê bibe pêşgavek. Bi vê çarçoweyê em careke dî kêfxweşiya diyar dikin ku Rêzdar Berhem Salih bûye Serokkomarê Iraqê û em pîrozbahiyê lê dikin.’’