Hevserokatiya Konseya Rêveber ya KCK’ê destnîşan kir ku desthilatdariya faşîst ya AKP-MHP’ê êrîşên qirkirina li dijî gelê Kurd gihandiye qonaxek nû.
KCK’ê anî ziman ku êrîşa li dijî hilbijartiyan dewama darbeya siyasî ya 20’ê Tîrmeha 2016’an e û got: Tenê sedemek dûrxistina Hevşaredaran heye; ew jî têbirina hêzên demokrasiyê û temamkirina qirkirina Kurdan e. Êrîşên li dijî Bakurê Kurdistanê, Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji bo çi tê kirin, ev êrîş jî ji bo heman armancê ye. Ev êrîşa li dijî îradeya siyasî ya gel, careke din nîşan daye ku sîstema siyasî ya li Tirkiyeyê sîstemeke şerê taybet a qirker faşîst e.
KCK’ê xwest ku Kurd û hêzên demokrasiyê bi têkoşînek hevpar, li dijî şerê taybet û faşîst têkoşînê bikin û got;
Li Tirkiyê desthilatdariyeke faşîst, mêtinger û qirker heye. Li dijî desthilatdariyeke bi vî rengî, tenê bi têkoşîna bi her şêwazê, Tirkiye dikare bê demokratîk kirin û pirsgirêka Kurd bê çareser kirin. Têkoşîna Gerîla û serhildanên gel, rêbazên bingehîn yên têkoşîna li dijî faşîzmê ne. Li dijî mêtingeriya qirker divê bi her rengî têkoşîn bê meşandin, faşîzm bê têkbirin. Di serî de jin û ciwan, bi giştî gelê Kurd û gelên Tirkiyê teva li dijî faşîzmê her kolan, meydan, çiya û deştê bikin qada têkoşînê. Divê kolan û taxan veguherînin qada serhildanê.
KCK’ê got ev êrîş ji bo têkbirina îradeya jiyana azad a gelê Kurd e, li dijî vê yekê divê li her qadê têkoşîna azadiyê were geşkirin.
KCK’ê, bang li hêzên demokrasiyê jî kir û got: Ev êriş di heman demê de êrişek li dijî hêzên demokrasiyê ne. Divê demokrat, her kesê xwedî vijdan, helwesta xwe nîşan bidin. Kîjan partî dibe bila bibe, divê bi hev re tevbigerin. Divê saziyên navneteweyî jî, li dijî faşzîmê helwesta xwe nîşan bidin.