Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê peyama sersaxiyê da Fermandarê QSD’ê Şahîn Cîlo û Evîn Goyî ku dayikên wan çûne ser dilovaniya xwe.
KCK’ê di peyama sersaxiyê de got, ”Em bi xemgînî hîn bûne ku dayikên Fermandarê QSD’ê Şahîn Cîlo û Evîn Goyî çûne ser dilovaniya xwe. Em sersaxiyê didin malbatên heval Şahîn Cîlo û Evîn Goyî, xizmên wan û hemû gelê Kurdistanê.”
Bi berdewamî di peyamê de wiha hate gotin:
”Dayikên van hevalan bi gewher û bîreweriya xwe ya Kurdatiyê, di beşekî mezin ê jiyana xwe de xizmet ji têkoşîna azadiyê re kirine. Bi hezkirina mezin û dilsoziya li Rêber Apo, bi bawerî û bêrîkirina li azadbûna Kurdistnaê bûne dayikên Kurd ên mînak.
Em Tevgera Azadiyê sond dixwin ku bêrîkirina wan û hemû dayikên Kurd bi cih bînin, bila cihê wan bihişt be.”