Ji bo tunekirina DAIŞ`ê li Sûriyê, şêniyên herêma Bakurê Sûriyê fedakariyên mezin kirin. Di şerên li hember çeteyan de gelek şervan û fermandar şehîd bûn, yek ji wan jî fermandar Feysel Ebû Leyla bû. Keça Ebû Leyla ji ajansa me re axivî.
DÎCLE EHMED / KOBANÊ
Şer li bajarê Kobanê dijwar bû, DAIŞ`ê bi hemû hêza xwe êrîş dikir. Wê demê Ebû Leyla (Feysel Sadûn) fermandarê tûgayên Şems El-Şemal bû, li rex YPJ û YPG`ê û şervanên Artêşa Şoreşgeran, Kobanê diparast.
Ebû Leyla di gelek şerên li dijî DAIŞ`ê de mohra xwe danî, heta pêngava rizgarkirina Minbicê. Ebû Leyla di 5`ê Hezîrana 2016`an de piştî destpêkirina pêngavê bi çend rojan şehîd bû.
Di pêngava rizgarkirina Minbicê de Ebû Leyla rêgezên destpêkirina pêngavê danîn û yek ji fermandarên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bû. Piştî destpêkirina pêngavê DAIŞ roj bi roj têk çû.
Dema Ebû Leyla di nav kolanên Kobanê de şer dikir, nameyek ku tê de behsa sedema dûrketina wî ji malbatê û hilbijratina rêya têkoşîna leşkerî dikir, ji keça xwe re dişîne.
Nameya Ebû Leyla
Nameya Ebû Leyla wiha ye: “Rêya me wisa ye. Ev erka me ye, ji bo pêşeroja te û pêşeroja zarokên mîna te, divê em biparêzin, bixebitin û şer bikin. Da ku hûn dema mezin bûn çawa me ji bavên xwe re digot we ji bo me nekir, ji min re nebêjin. Ez ji bo te û zarokên mîna te şer dikim. Zehmetî û tevahiya tiştên ku em dikin, ji bo pêşeroja te û zarokên mîna te ye. Da ku hûn di vî welatî de azad û aram bin. Şoreş ji bo te û welatê me Sûriyê ye. Min pir bêriya te kiriye. Yara min Leyla, tu yê bi bavê xwe çi sax be yan şehîd bikeve, serbilind bî. Bavê te Ebû Leyla ji Kobanê.”
Îro bi nêzîkbûna ragihandina bidawîbûna DAIŞ`ê li Baxozê li gundewarên Dêrazorê re, hêviya Ebû Leyla û hêviya şehîdên ku ji bo têkçûna DAIŞ`ê canê xwe feda kiriye, pêk tê.
Leyla keça têkoşer û fermandar Feysel Sadûn kêfxweşiya xwe ya ji ber bidawîbûna DAIŞ`ê, diyarî bavê xwe yê şehîd û tevahiya şehîdan dike.
Leyla wiha dibêje: “Xewna şehîdan pêk tê û hevalên wan soza xwe anî cih û tola wan hilda.”
Leyla destnîşan kir ku ew bi şehadeta bavê xwe serbilind e û wiha got: “Ez bi şehadeta bavê xwe serbilind im. Bi saya xwîna şehîdan welatê min rizgar bû û xewna DAIŞ`ê bi dawî bû.”
(şx)