Şaxê Enqereyê yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (KED) têkildarî Komkujiya Çorûmê daxuyaniyek da û di salvegera 40’emîn de qurbanî bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin, ku 27’ê Gulana 1980’î bi dirûşmên “Bi xwînê tolhildan-xwîna me birije jî wê serketin a Îslamê be” li Çorûmê di bin çavdêriya dewletê de êrişan dest pê kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Li Çorûmê ku timî tevlîhevî hebû, gelê Çorûmê û hêzên çep heta 1’ê Tîrmehê li hin deveran li dijî êrişan têkoşiyan û bi berxwedanê bersiv dan êrişan. Heta 2’ê Tîrmehê dema ragihandina qedexeya derve li ber xwe dan. 2’ê Tîrmehê li gel qedexeya derketina derve jî faşîstên sivîl bi hêsanî li derve digeriyan û avêtin ser malên Elewiyan û çepgirên ku berê destnîşan kiribûn û qetil kirin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, bûyera ku di encamê de 57 kesî jiyana xwe ji dest dan û 300 kes jî birîndar bûn qirkirina Elewiyan bû û hate gotin, “Ya ku sala 1980’î li Çorûmê qewimî bêguman komkujiyek bû ku di bin çavdêriya dewletê de pêk hat.”

Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiya Çorûmê bi rêzdarî hatin bi bîr anîn.