Welatiyên Kerkûkê berxwedana Kobanê weke destkeftiyeke mezin a gelê Kurd dibînin û gotin, “Parastin û serkeftina Kobanê qezenceke herî mezin a gelê Kurd e. Eger Kurd li Kobanê hev negirtiba, wê nikarîban bibin xwedî evqas destkeftî.”

Duh çaremîn salvegera Roja Cîhanî ya Kobanê bû. Bi rast hatina vê rojê welatiyên Kerkûkê ji ajansa me re axivîn.

Tiwana Qasim: Mirovahî û cîhan bi ‘Berxwedana Kobanê’ serbilindin. Kobanê bi xwîn û îradeya şervanên Kurd serket. Niha fikir û hêza gel li Kobanê serwer û rejîma Sûriyê jî li herêmê qebûl nakin.

Rojnemevan Rêwan Talib: Di berxwedana Kobanê de şervanên azadiyê derbeke mezin li dijminên mirovahiyê xistin. Dewletên ku piştgirî dan çeteyan, xewn û xeyalên wan li Kobanê têkçû. Parastin û neketina Kobanê qezencekî herî mezin a mirovahiyê û cîhanê bû. Em weke gelê Kurd dîsa di rojên girîng û krîtîk re derbas dibin, ji ber vê daxwazê ji tevahî aliyên siyasî û gelê Kurd dikim ku di vê qonaxa krîtîk de yekgirtîbin. Ji ber Kurd ancax yekîtiyê bikarin bigihijin armanca xwe.

Çalakvan Star Cebarî: Ez serketina Kobanê weke destkeftiyeke mezin a gelê Kurd dibînim. Kurd li Kobanê sînorê zordariyê hilweşandin. Eger Kurd di Kobanê de hevnegirtiban, wê îro nekarîbana bibe xwedî destkeftî.

Herwiha Kobanê bû sembola jinên Kurd û meznahiya wan bi awayeke herî berçav xwe da nîşan.