Parlamenterê DEM Partiyê Mehmet Zekî Îrmez, derbarê hewldanênb desteserkirina şaredariya Wanê ji ANFê re axivî û got; ; Kes nikare pêşî li îradeya vî gelî bigire. Me ev yek li Wanê careke din dît.

Bi salan e em dibêjin ‘Berxwedan jiyan e’. Me li ber xwe da û em bi ser ketin.

Desthilatdariya AKP-MHP’ê di her hilbijartinê de serî li hîleyan, kiryarên antî demokratîk dide. Dewlet hemû saziyên xwe li hemberî me dixe dewrê.

Em ti carî di nava şert û mercên wekhev û demokratîk de tevlî hilbijartinê nebûne. Tevî van hemûyan jî îradeya gelê me bi serket. Ji ber ku nikarin xwe li vê yekê rabigirin, du serdem in qeyûman li şûna hilbijartiyên me datînin. Siyaseta qeyum serneket.

Zekî Îrmez destnîşan kir ku xelkê Wanê di vê hilbijartinê de îradeyeke gelekî mezin nîşan da û got; Mîna sîleyekê bersiv da wan. Wan hewl dan vê îradeyê bidizin. Gelê me du roj in, ji bo xwedîderketina li îradeya xwe li qadan bû. bi berxwedanê mafê xwe jinûve qezenç kir.

Ev yek tecrûbeyeke ciddî bû, hewldaneke girîng bû. Bersiva ku li Wanê hate dayin wê pêşî li senaryoyên ku dixwazin li deverên din yên Kurdistanê biceribînin bigire. Careke din dîtin ku îradeya vî gelî têk naçe. Ji b muxalefeta civakî jî girîng bû ku di dema rast de li cihê rast be.

Ev yek ji bo her kesî ezmûneke mezin bû û bi serketî bi dawî bû.