Ramangerê navdar ê Slovan Slavoj Žižek jî di nav de gelek kesayetên navdar xwestin tecrîd bi dawî bibe. Žižek got, “Ez piştgiriyê didim daxwaza Leyla Guven û bi hezaran mirovên li çar aliyên dinyayê ku dixwazin tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe.”
Greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven tê kirin di roja 140’î de ye. Di serî de li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, berxwedana li gelek deverên dinyayê ya ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.
Akademîsyen û rewşenbîrên naskirî li ser tecrîdê û grevên birçîbûnê axivîn. Rewşenbîran piştgirî dan Leyla Guven û xwestin, tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi lezgînî bi dawî bibe.
ŽİŽEK: DIVÊ TECRÎD BI DAWÎ BIBE, OCALAN AZAD BIBE
Slavoj Žižek: Nepêkane ku mirov bêjin ku li Tirkiyeyê niha demokrasî heye. Rejîm ancax bi gotinên xedar û zodar dikare bê pênasekirin. Li Tirkiyeyê, ji bo kesên aştî, wekhevî û azadiyê dixwazin ji bilî diyaloga bi Kurdan re alternatîfeke din nîne.
Astengiya li pêşiya vê diyalogê ji bilî hilweşîn û girankirina êşê tiştekî din bi xwe re nîne. Ji ber vê yekê ez piştgiriyê didim daxwaza Leyla Guven û bi hezaran mirovên li çar aliyên dinyayê ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Abdullah Ocalan û pêkhatina azadiya Ocalan ketine greva birçîbûnê.
Bidawîkirina tecrîdkirina Birêz Ocalan û destpêkirina diyalogeke nû ya ji bo aştiyê wê li Tirkiyeyê rê li ber demokrasiyê veke.
DERHÊNER: OTT: DIVÊ TECRÎD TAVILÊ BI DAWÎ BIBE
Prof. Peter Ott: Bi Elmanî “Genosse”, bi Kurdî jî “Heval”. Wateya vê gotinê gelekî zelal e. Heval. Rizgariya vê dinyayê bi jinûve avakirina li ser bingeha hevaltiyê dibe. Em neçar in bi hev re biaxivin.
Em neçar in danûstandinan bikin. Divê tecrîdkirina Ocalan û girtiyên siyasî hemû tavilê bê bidawîkirin.
MERET: OCALAN BERDIN
Susi Meret: Ez piştgiriyê didim çalakgerên di greva birçîbûnê de ne, destekê didim biryardariya wan ku hewl didin ji pirsgirêkên li Tirkiyeyê û yên li welatên cîran re çareseriyeke aştiyane ya mayinde bibînin. Birêz Ocalan serbest berdin.
DR. TOVE SKUTNABB-KANGAS: DILÊ MIN BI VAN MIROVÊN BI WÊREK RE YE
Dr. Tove Skutnabb-Kangas: Gelo siyasetmedarên Tirk wê kengî bi aqil tevbigerin? Kesê ku ji bo çareseriyê pêşniyarên xwe hene, serbest berdin.
Bi dehan sal in bi hempîşeyên xwe yên Kurd (Ên ji parçeyên Kurdistanê hemûyan hatine) dixebitim. Min gelek caran serdana Kurdistana Iraqê bi taybetî jî Kurdistana Tirkiyeyê kir.
Ez timî qala hevpeyvîna xwe ya ku 15’ê Adara 2006’an bi Wezîrê Perwerdeyê yê Iraqê yê wê demê Abdul-Aziz Taib re dikim. Gotibû, “Mafê her zarokî ye ku li dinyayê bi zimanê xwe yê dayikê perwerdeyê bibîne.” Gotineke gelekî bi aqil e. Li her devera dinyayê mirov dibêjin, ‘BELÊ, BELÊ – Bêguman!’ Hinek nikarin barîna rondikên çavên xwe rawestînin. (Min jî, bêguman sê pirtûkên Ocalan ên bi Îngilîzî xwend.)
Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê mafên mirovan ên bingehîn ên Kurdan nas nake, zimanê dayikê jî di nav de, bi taybetî mafê perwerdeya bi zimanê dayikê. Penaberê Îranî Amir Kalan ê li Kanadayê sala 2016’an pirtûkek nivîsî bû û navê “Kî ji perwerdeya pir zimanî ditirse?” li pirtûka xwe kiribû. Xuya ye siyasetmedarên Tirk jê ditirsin.
Bi deh hezaran hatibin girtin, êşkence li wan hatibin kirin, hatibin kuştin jî berxwedana Kurdan a bi wêrekî her mezin dibe û lêgerînên li çareseriya demokratîk aştiyane didomin.
Fîgurê herî girîng, Nelson Mandela yê Tirkiyeyê Abdullah Ocalan e ku bi pêşniyarên xwe tê naskirin. Ocalan hîn jî terîdkirî ye. Li girtîgehên Tirkiyeyê bi berxwedaneke mezin a greva birçîbûnê daxwaz tê kirin ku dawî li vê tecrîdê bê anîn. Ez ji dil bi van mirovê bi wêrek re me. Gelo dinya li pêşberî vê çi dike? TIŞTEKÎ NAKE, ji bilî firotina çekan ji bo artêşa Tirkiyeyê.
IBANEZ: EM TÊKOŞÎNA WE FÊHM DIKIN
Joaquim Arrufat Ibáñez: Em Katalan, ji her demê bêhtir hêrs û têkoşîna we ya li dijî bêedaletiyê fêhm dikin. Em her roj baştir dibînin bê qanûn çawa li dijî mafên mirovan tên bikaranîn û bêedaletî bûye hêza nû ya desthilatdariyê.
Em jî mîna we li pişt dîwarên girtîgehên wan neçar mane siyasetê bikin. Em bedena xwe ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe bi kar tînin, kolanan jî ji bo rêveberiya însanî, paşerojeke aram û bi hurmet bi rêxistin dikin.
Çawa ku dîlgirtin û tecrîdkirina Ocalan bûye sembola navneteweyî ya tecrîd û dîlgirtina Kurdan, sîstema demokratîk a qels a desthilatdariya faşîst a 40 salan ku piştî şerê navxweyî ava kir, 1’ê Cotmeha 2017’an hilweşandina sindoqên me yên hilbijartinê jî bûye sembola wê ya întixarê.