Rêxistinên MEBYA-DER û TUAY-DER’ê bi malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane û malbatên girtiyan re, civînek pêk anî.
Civîn li salona Dawetê ya Kaplan hate pêkanîn û reveber û nûnerên DBP, DEM Partî û Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayındir û parlamenterên DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Dayikên Nobeda Edaletê, rêveberên MED-DER, OHD û gelek kes telî civînê bû.
Piştî rêzgirtinê, rêveberê MEBYA-DER’ê Yuksel Elmas axivî û got:
Desthilatdariyek faşîst heye û destûrê nadin ku li gorî pîvanên mirovahiyê malbat merasimên cenazeyên zarokên xwe pêkbînin.
Piştre Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir, axivî û got:
Bi polîtîkayên dagirkerî, mêtîngerî, tecrîd û qeyûman ev pirsgirêk çareser nabe.
Dewleta dagirker a Tirk dixwaze me ji nirxên me qut bike.
Dixwaze bêtir me parçe bike û ji hev qut bike.
Lê nirxên me û hafiza me rêberê me ye.
Em ê heta dawî li nirxên xwe û destketiyên xwe xwedî derkevin û biparêzin.
Heta em azad bibin dê têkoşîna me bidome.
Keskîn Bayindir got: Muxatabê çareseriya pirsgirêka Kurd Rêber Abdullah Ocalan e.
Çareserî jî di azadiya Rêber Abdullah Ocalan de û di vekirina deriyê Îmraliyê de ye.
Çareserî ne zor e. Eger dixwazin bi qirkirinê pirsgirêka Kurd çareser bikin, xwe dixapînin, Kurd wê heta dawîyê liberxwe bidin.
Civîn bi niqaş û pêşniyarên çareseriyê bi dawî bû.