Li girtîgehan 70 roj in li dijî tecrîdê greva birçîbûnê heye. Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn ragihand ku bi qasî desthilatdariyê muxalefet jî sûcdar e û got, “Li Îmraliyê hiqûq nîne.” Keskîn nerazîbûn nîşanî CPT jî da ku neçû serdana Îmraliyê.

Girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 70 roj in bi daxwaza azadiyê di greva birçîbûnê de ne.

Bi hezaran girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê ji 27’ê Mijdara 2020’î ve 5 rojan carekê bi dorvegerî di greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger de ne.

Girtiyan diyar kirin ku çalakiya wan ‘ji bo hişyarkirinê’ ye û eger bersiv ji daxwazên wan re neyê dayin wê çalakiyê mezin bikin.

Ji dema ku berxwedanê destpê kir û vir ve li gelek girtîgehan êriş li dijî girtiyan dest pê kirin. Serdegirtina koxûşan, cezayên dîsîplînê, desteserkirina radyo, televîzyonê, nedana rojnameyan, nedana şekir, xwê û lîmon, çend ji cûreyên êrişên desthilatdariyê ye, ji bo berxwedanê têk bibin. Lê belê girtî ji ya xwe venegeriyan û 70 roj in bi rengekî bi biryar çalakiya xwe dewam dikin.

LI MEXMÛR Û YEWNANISTANÊ JÎ BERXWEDAN

Greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li Îmraliyê ne tenê li girtîgehan e.

Li Kampa Penaberan a Mexmûrê, bi pêşengiya jinan li dijî tecrîda li Îmraliyê ji 18’ê Kanûna 2020’î ve greva birçîbûnê pêk tê. Çalakî di roja 49’an de ye.

Kurdên li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî bi pêşengiya jin û ciwanan 32 roj in di greva birçîbûnê de ne.

CPT NEÇÛ ÎMRALIYÊ

Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) di demekê de ku berxwedana greva birçîbûnê li dijî tecrîdê dewam dike, serdana Tirkiyeyê kir, lê neçû Girtîgeha Îmraliyê. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê dîtin û neçûna Îmraliyê ya heyeta CPT weke kêmasiyekê pênase kir.

KESKÎN: MUXALEFET JÎ SÛCDAR E

Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku piştî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê li girtîgehan tecrîd giran bûye û got, “Çi li Îmraliyê çi jî li girtîgehên din tecrîd û binpêkirina mafên mirovan giran bûne.”

Keskîn diyar kir ku tevî tecrîdê, gelek girtiyên nexweş jî hene û mirovên li ber mirinê jî girtî ne û di greva birçîbûnê de ne.

Keskîn got, “Em hem bi rayedarên fermî re hevdîtinan dikin, hem jî daxuyaniyan didin, lê mixabin ji desthilatdariyê deng dernakeve. Dixwazim vê yekê bêjim; raya giştî ya ku xwe weke muxalîf jî pênase dike, bêhelwest e. Dema ku mijar dibe Kurd desthilatdarî jî muxalefet jî bêdeng dibin, bêhelwest dibin. Civak bi temamî xwedî li bûyerên Bogazîçiyê derdikeve, lê têkildarî greva birçîbûnê ya 70 roj in dewam dike, bêdeng in. Bêguman greva birçîbûnê ne rêbazeke ku em dipejirînin, lê belê weke çareya dawî serî li vê yekê dane û tenê bala Kurdan li ser e. Sûcê raya giştî jî di vê mijarê de heye.”

‘BERJEWENDÎ DERDIKEVIN PÊŞIYA MAFÊN MIROVAN’

Keskîn neçûna Îmraliyê ya heyeta CPT jî rexne kir û got, “CPT hevdîtin bi Komeleya Mafên Mirovan re kir. Hevserokê me Ozturk Turkdogan neçûna CPT a Îmraliyê xiste rojevê. CPT li ser bingeha peymanên navneteweyî ava bû, raporan amade dike û ev rapor jî gelekî girîng in. Hin mekanîzmayên xwe yên kontrolê hene, lê ev li dijî Tirkiyeyê pir bi sistî tên bikaranîn.”

Eren Keskîn got, “Weke parêzvanên mafên mirovan em timî tînin ziman, lê belê berjewendiyên nava dewletan derdikevin pêşiya mafên mirovan. Helwesta CPT jî bi vê ve girê didim.”

‘LI ÎMRALIYÊ HIQÛQ NÎNE’

Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn bi bîr xist ku ew yek ji 12 parêzerên destpêkê yên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû û got, “Tecrîd her tim hebû. Êriş li me parêzeran hate kirin, hevdîtinên me hatin astengkirin, lê belê piştî ku pêvajoya jê re ‘pêvajoya aştiyê’ dihate gotin qediya, rewş gihîşte asteke ku nayê qebûlkirin. Ne tiştekî bê vegotin e. Bi salan e mirovê hikum lê hatiye birîn destûr nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibîne. Girtiyên din jî ji ber ku li Îmraliyê ne nikarin hevdîtinê bikin. Em di sala 2021’ê de ne û kes nikare di vê demê de sedema astengkirina hevdîtina bi salan a bi malbatê û parêzerên girtiyan vebêjin.”