Li gorî daxuyaniya ji aliyê artêşa Fransayê ve hate kirin, keştiya balafiran wê di çarçoveya operasyona ‘Chammalê’ de wê di navîna sala 2021’ê de li Rojhilatê Behra Spî û Oqyanûsa Hindê be.

Di daxuyaniyê de ev hate gotin: “Mîsyona din a keştiya balafiran a Charles de Gaûlle, wê sîstema me ya di çarçoveya operasyona Chammalê de pêk were bihêz bike.”

Berî niha di serê sala 2020’ê de keştiya balafiran a Fransa şandibûn herêmê.

Wezîrê Parastinê Florence Parly got: “Di çarçoveya operasyona Chammalê de nêzî 900 leşkerê wê di bin sêwana koalîsyona navneteweyî de li dijî DAÎŞ’ê têkoşîna xwe bidomîne.”