Hevserokê TUAD’ê Ebedîn Kaya li ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan axivî û got, “Rewşa girtiyan roj bi roj giran dibe. Kiryarên li derveyî mirovahiyê li wan tên ferzkirin.”
Grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi pêşengiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven dest pê kirin, didomin. Çalakî 1’ê Adarê li girtîgehan hemûyan belav bû. Rewşa tenduristiyê ya girtiyan roj bi roj giran dibe. Hevserokê TUAD’ê Ebedîn Kara diyar kir ku wan bi rêveberiya xwe ya nû re giranî dane ser karê li girtîgehên li herêma Çûkûrovayê û got, ji bo bidawîbûna tecrîdê heta niha li girtîgehên li Çûkûrovayê gleek çalakî hatine kirin.
Kara da xuyakirin, girtîgeh veguheriye deverên ku êrîş lê tên kirin, teslîmiyet lê tên ferzkirin û got, “Kiryarên li derveyî mirovahiyê tên ferzkirin. Dema ku nayê qebûlkirin jî, êşkence, sirgûn û cezayên hucreyê tên kirin. Di rewşa heyî de li girtîgehên Çûkûrovayê sebir êdî difûre.”
‘BERXWEDAN PÊL BI PÊL MEZIN DIBE’
Kara bal kişand serr grevên birçîbûnê ku li herêmê belav bûye û got, “Heta ku dawî li polîtîkaya tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn, berxwedan wê pêl bi pêl mezin bibe. Li herêma me sirgûn gelekî tê kirin. Ji bo têkbirina çalakiya grevên birçîbûnê bi rengekî ne exlaqî êrîş tên kirin. Girtiyên siyasî di hevdîtina malbatên xwe de ragihandin ku ew bi biryar in. Girtiyan diyar kirin, heta ku tecrîd bi dawî bibe wê têkoşîna xwe bidomînin.”
Kara destnîşan kir, Rewşa Awarte bi fermî hatibe rakirin jî kiryarên wê li girtîgehan didome û got, “Êrîşên li girtiyan tên kirin, encama nêzîkatiya faşîst a AKP-MHP’ê ne.”
Kara anî ziman, li girtîgehan li dijî girtiyên siyasî gelek sûc tên kirin û got; sûcên lêgerîna bi rengekî tazî, kontrolkirina dev, destdanîna li ser serê xwe, lêgerîn, heqaret, sixêf, bicihkirina li odeya singirkirî û bi dehan sûcên din bi belgeyan tespît kirine. Kara diyar kir, ew bi ÎHD’ê re jî kar dikin û binpêkirina mafan eşkere dikin.
Kara bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û got, “Hem nayên dermankirin hem jî dermanên wan nayê dayin. Malbatên wan jî tên mexdûrkirin. Tevî ku di rapora doktoran de ji bo gelek hevalên me hatiye gotin, ‘nabe ku li girtîgehê bê hiştin’, bi kiryarên kêfî li girtîgehê tên hiştin. Bi polîtîkayeke qirêj a weke ‘eger hûn teslîm bibin hûn ê bên dermankirin’ nêzîkatiyê li girtiyan dikin.”