Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) nexşerêya çareseriya ji bo pirsgirêkên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê ragihîne.
Îro navenda ragihandina Komeleya Jinên Azad ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku 25’ê Tebaxê nexşerêya çareseriya ji bo pirsgirêkên jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wê belav bike.
Li gorî daxuyaniya KJAR’ê qeyrana aborî û siyasî li Îranê her roja diçe kûrtir dibin, bêkarî, hejarî, hilweşîna aborî û pirsgirêkên jîngehê bi taybetî kêmavî bûne sedema nerazîbûna welatiyan dijî rejîmê.
KJAR’ê got; “Xwepêşandanên welatiyan ên sala borî îspata wê ne ku hemû kes dixwaze sîstema desthilat bê guhertin. Bê guman yekem qurbanê hişmendiya dijî demokrasi û dijbertiya jinê ya rejîma Îranê ne. Qeyran ji hemû kesê zêdetir bandorê li ser jinan dikin û jiyana wan têxin rewşek zehmet de. Dewletê li cihê ji bo çareseriya pirsgirêkan gav bavêje, bi siyaseta xwe ya cûdakariyê ev qeyran kûrtir kirine. Ji bo wê dema wê hatiye ku jin pişt bidin îradeya xwe. Ji bo bidestxistina azadî û mafê xwe yê serekî yek bigirin û têkoşîn bikin.
Bi nirxandinek baş a li ser pêvajoya siyasî, civakî, aborî û bi taybetî mijara jinê li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, 25’ê Tebaxê emê nexşerêyek belav bikin.”
Pêştir jî KJAR ji bo amadekirina vê nexşerêyê serdana hizbên din ên Rojhilatê Kurdistanê kir. Di daxuyaniya xwe ya îro de ev serdane jî bi ‘erênî’ nişan dan.