Koordînasyona KJK’ê bi daxuyaniyek nivîskî jinên ku di pîrozbahiyên 8’ê Adarê de ked dan pîroz kir.
KJK’ê daxuyanî li ser malpera xwe ya fermî da, hemû jinên di 8’ê Adarê de li qadan bûn silav û wiha got:
Em jinên li dijî kiryarên barbar ên sîstema mêr-dewlet bi deng, gotin, govend û tilîliyên xwe qad dagirtin, hemû jinên ku di pîrozbahiyên 8’ê adarê yên 2024’an de ked dan, pîroz dikin.
KJK’ê da zanîn jinan bi çalakiyên xwe peyamên gelek girîng dan pergala ku jinan înkar dike û ev peyam da
Jinan îsal di 8’ê Adarê de careke din bi wêrekî, bi biryardarî gotin ‘Ez heme’ û rastiya têkoşîneke radîkal afirandin. Jin bi çalakyên xwe li ber polîtîkayên mêtingerî, qirkirin, destavêtin û destdirêjiyê rabûn. Bi dengekî bilind nerazîbûna xwe li dijî mejiyê zayendîperest ê desthilatdarîparêz anîn ziman.
Lewma 8’ê Adarê ya 2024’an bû nîşaneya şênber a hişyarbûna jinê, têgihiştin, îradebûn û rêxistiniyê. Têkoşîna jinê îro bûye têkoşîna mafên mirovan û demokrasiyê ya herî radîkal.
Koordînasyona KJK’ê got destketiyên ku bi têkoşîna jinê hatin afirandin bi Şoreşa Jinê ya Rojava re gihîşt asteke bilind û wiha dewam kir.
Me 8’ê Adarê îsal bi biryardarî pêşwazî kir ku Şoreşa Jinê bikin malê jinên Rojhilata Navîn û cîhanê. Şerê ku bi destê faşîzma mêr-dewletê pêktê, herî zêde bandorê li jinan, zarokan, gelan û xwezayê dike. Lewra li dijî van kiryarên dermirovî di salê de ne tenê rojekê, pêwist e, her kêliyê di nava têkoşînê de bin. Rastiya 8’ê Adarê bû nîşaneya asta herî bilind a vê yekê.
Dem dema mezinkirina têkoşînê ye, dema gerdûnî û hevparkirina têkoşînê ye. Dema avakirina Şoreşa Jinê li ser bingeha felsefeya Jin, Jiyan, Azadî ye. Weke KJK’ê bi coş û bedewiya Şoreşa Jinê em jinên 8’ê Adarê bi wate kirin careke din silav dikin.