Koordînasyona KJK’ê têkildarî 25’ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê daxuyaniyek da û got: Em bi “Jin, Jiyan, Azadî” ber bi şoreşa jinê ve dimeşin, jin dê bi rêxistinî û xweparastinê dawî li tundiya mêr-dewletê bînin.
KJK’ê diyar kir ku pergala baviksalar her dem tundî, qirkirina jin û xwezayê, qirkirina gelan, zayendîperestî, neteweperestî û şer esas girtiye û got;
Îro jî em vê fesaretê li Fîlîstînê, Qerebax û Kurdistanê dibînin. Qadên jiyanê tên xerakirin, hişê civakî û çandî tê tunekirin. Em tu caran van polîtîkayên qirkirinê qebûl nakin û em ê li dijî vê siyaseta qirêj têbikoşin.
KJK’ê bal kişand ser tecrîd û dîlgirtina 25 salan a afirînerê şoreşa jinê Rêber Apo û got:
Tecrîd bingeha şerê taybet û qirkirina jinê ye. Li Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê sûîqestên li dijî jinên pêşeng, li dijî jinên ciwan çêdibin. Ev tundiya zayendî, êşkence û êrîşên zayend-perestî encama dijminatiya dewleta mêr a li dijî jinê ye. Li çar hêlên Kurdistanê sîstema bi mejiyê DAÎŞ’ê, faşîst û mêtinger êrîşî jinan dikin.
Bi taybetî li Tirkiyê, li zindanan 13 hezar û 977 jin, 2 hezar û 511 zarok hene. Li gorî daneyên fermî yên heta meha Mijdarê, kuştina jinê gihişt 234’an. Desthilatdariya AKPê van êrîş û kiryaran rewa dike.
Rejîma faşîst a AKP’ê, bi êrîşên di Cotmehê de, li Rojava, ji sedî 50’yê çavkaniyên av, elektrîk û enerjiyê kir hedef, nêzî 3 milyon mirov ji pêdiyên jiyanê bê par hiştin.
Li Rojhilat jî, rejîma Îranê ya dijminê jinê gefên dardekirinê û zextên li hemberî jinê zêde kirine. Bi taybetî têkoşerên pêşengiya berxwedana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ digire û dardedike. Îsal 17 jin hatin dardekirin. Di Tîrmehê de aktîvîsta KJAR’ê Werîşe Mûradî ji aliyê rejîma Îranê ve hat revandin û tu agahî jê nayê girtin. Rejîm dixwaze tirsê dinava civakan de zêde bike.
Li Başûrê Kurdistanê kuştina jinê, xwekuştin, sunetkirin, xwe şewitandin û êrîşên bi vî rengî zêde bûne. Li Şingalê ku li dijî qirkirina DAÎŞ’ê bi xweparastin û xwerêveberiyê têkoşîn tê meşandin, îsal jî êrîşên dewleta Tirk a faşîst dewam kirin. Ev êrîş li dijî têkoşîna jinên Şingalê ye.
Ne tenê li welatê me Kurdistanê, li tevahiya cîhanê bi rê û rêbazên cuda hewl tê dayin; jin ber bi nava sîstemê ve bêne kişandin. Em dibêjin, dem ew dem e ku ji nû ve û hîn bi xurtî jin rabin ser xwe.
KJK’ê ji bo hewlest werê nîşan dan 11 xal rêz kirin û got; Weke jinên ku dibêjin, ‘Em sedsala 21’ê bikin serdema azadiya jinê!’, em ê, ji bo ronîkirina jiyana ku tê xwestin bi tundî, qirkirina jinê, qirkirin, şer û komkujiyan bê tarîkirin, bi têkoşîna xwe daîmî bikin!
Em ê têkoşîna xwe ne tenê di rojên diyarkirî de, her dem li her qada jiyanê bidomînin. Şoreşa Rojava ispat kir ku yekane rêya parastina ji tundiya dewlet mêr, xweparastin e. Em qîma xwe bi reformên bêdengkirinê naynin, em ê şoreşa jinê, bi zanistiya jiyan û Jineolojiyê û Îdeolojiya Rizgariya Jinê pêkbînin.