Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê – KJKê bi daxuyaniyekê, êrîşa li ser Nûnertiya KNKê ya li Hewlêrê û Balafirgeha Erbetê şermezar kir û got; li Kurdistanê hîmê yekîtiya neteweyî ya demokratîk xwe dispêre îradeya jinê.
Faşîzma dewleta Tirk, bi hevkariya PDK’ê di qirkirina gelê Kurd û tunekirina destketiyên gelê Kurd de sînoran nasnake. Divê em jin bêjin ‘rawest in’ û têkoşîna xwe mezin bikin.
Êrîşa li ser nunertiya KNKê ya Hewlêrê û li balafirgeha Silêmaniyê, li dijî hebûn, îrade û destketiyên gelê Kurd e. Ev êrîş, ji Rojava heta bi Şingalê, Bradostê, Silêmaniye û Hewlêrê, ji Serhedê heta bi Amedê bê rawestandin dewam dikin PDKe, piştî herêmên Zap û Metîna, niha jî li Bradost, li dijî qadên Gerilla êrîşan dike .
KJKe got; Başûrê Kurdistanê, Hewlêr, Kerkûk malê kesî nîne, mal û milkê malbata Barzanî nîne. Çarenûsa gelê Kurd, jinên Kurd, çarenûsa Kurdistanê bi xeta xiyanetê diyar nabe.
Li dijî teslîmiyet û xiyanetê dem dema berxwedan û serketinê ye. Ya ku di sedsala 21’ê de Kurdan bi ser bixîne, mezinkirina berxwedana li dijî xeta xiyanet û faşîzma qirker e.
Ji bilî vê riyê, riyeke din nîne ku destketiyên Kurdan biparêze û azadiyê misoger bike.
Feslefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li Kurdistanê weke felsefeya jiyana nû û jina azad bi pêş ket û ev felsefe gerdûnî bûye. Jina ku li Kurdistanê bûye îrade êdî jiyana neteweyî, yekîtiya neteweya demokratîk temsîl dike.
Hîmê yekîtiya neteweya demokratîk a li Kurdistanê jî xwe dispêre îradeya jinê. Divê em jin, li dijî faşîzma dewleta Tirk û îxaneta PDK’ê bibêjin ‘rawest e’ û têkoşîna xwe mezin bikin.
Em bang li rêxistinên jinên Kurd, karker, gundî, rewşenbîr, jinên akademîsyen yên li hemû parçeyên Kurdistanê û derveyî welat dikin ku bi têkoşînek hevpar li dijî dagirkerî û û xeta îxanetê têkoşînê bikin.