“Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike.”
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê weşand.
Peyama KNK’ê wiha ye: “Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li tevayî Kurdistanê êrişên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirin. Dagirkerî û gefên dijminan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel dewam dikin û pirsgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî dewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrişên dewleta Tirk jî ser ve zêde bûne. Li Bakur şerê man û nemanê heye.
Bêguman li her çar perçeyan û her derê gelê me, êdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava têkoşîneke neteweyî ya demokratîk a hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û têkoşerên xwe dike.
Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe li ser axa xwe ya azad pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, di serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.”