Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf di heftemîn salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 7’an a Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gava destpêkê ya şoreşê 19’ê Tîrmeha 2012’an li Kobanê hate avêtin, bi azadkirina Dêrik û Efrînê berfireh bû, gav bi gav li seranserê Rojavayê Kurdistanê belav bû.

KNK’ê destnîşan kir ku ev pêşveçûna şoreşa Rojava didome û diyar kir, “Sîstema xweser gav bi gav tê rûniştandin. Niha jî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nûve tê sazkirin, meclisa giştî û meclisên herêman têne rûniştandin.
    
Serketinek mezin ya Şoreja Rojava jî, di bihara vê salê de pêk hat. Di dawiya meha Adarê de, li gundê Baxozê yê li rojhilatê Dêrezor ê, şervanên azadiyê noqteyên dawî yên di destê DAÎŞê de rizgarkirin û hakîmiyeta DAIŞê ya li ser herêmê hate dawîkirin. Ev serketinek dîrokî ya şervanên Kurdistanê bû. Vê serketinê gel û hêzên me zêdetir bi Cihanê dane naskirin, riya azadî, aştî û çareseriyê xweşkir.”

KNK’ê bi vê wesîleyê YPG-YPJ-QSDê pîroz kir û ragihand, “Me di vî şerî de gelek bedel dan. Ev serketin bi xwîna hezaran şehîd û birîndaran pêk hat. Em hemî deyndarên wana ne. Bi vê munasebetê em carek din di şexsiyata şehîdên Rojava de, hemî şehîdên Kurdistanê bîr tînin û li hember bîranîna wan rêz digrin û bejna xwe ditewînin.”

KNK’ê bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê û diyar kir, “Dewleta Tirk, bi erêkirina Rusya û çavlêgirtina hêzên din yên navneteweyî, di serê sala 2018’an de êrîşê Efrînê kir û dagir kir. Li herêma Efrînê gel û şervanên azadiyê, berxwedane ke bê hempa meşandin. Ev berxwedan heta niha jî berdewam e. Dewleta Tirk û hevkarên wê, êrîş û tehdîtên xwe yên li ser Rojava berdewam dikin. Dijminên gelê me û hevkarên wan li ser karin. Bi hemî tiwana xwe êrîşên xwe yên hovane berdewam dikin. Li hember van êrîşan jî, şerê azadiyê, şerê têkbirina dagirkeriyê, bi qehremanî û bi dilsozî berdewam e.

Şoreşa Rojava, bi fedakarî, bi qehremanî û bi xwîna pakrewanan hate afirandin. Ji bo şoreş bi pêş bikeve, ji bo gel û welat azad bibe, bedelên gelek mezin hetin dayîn. Berxwedana bê hempa ya keç û xortên Kurd, li seranserê Cihanê deng veda. Bi taybetî berxwedan û parastina Kobanê, bû sembol û bû destanek navneteweyî.

Şoreşa Rojava, ne tenê di warê parastin û qehremaniyê de, her wiha bi avakirina sîstema xwe ya xweser, bi nîzingbûna xwe ya bo gelan û baweriyan, bi nîzingbûna xwe ya demokratîk, bi avakirina civakek rêxistî jî, li herêmê bûye mînakek. Bi taybetî li hember sîtemên herêmê yên kevin û desthildar, avakirina civak û sîstema alternatîf, di vê civak û sîstemê da rola jina azad, bûye mînakek cihanî û bala hemî Cihanê dikişîne ser xwe. Rola jina Kurd di Şoreşa Rojava da, kete rojeva Dinyayê û bi baldarî tê şopandin.

Şoreşa Rojava, bi avakirina civaka demokratîk û bi sîstema xwe ya alternatîf di heftemîn salvegera xwe de jî, bi serketî berdewam dike. Bi vê munasebetê em weke KNK, heftemîn salvegera Şoreşa Rojava, di serî de li şervanên azadiyê û hemî gelên Kurdistanê pîroz dikin, di şexsiyata şehîdên Rojava da hemî şehîdên Kur