KNK’ê di salvegera 105’an a Qirkirina Ermenan de qurbanî hemû bi bîr anî û daxwaz ji tevahiya dem û dezgehên pêwendîdar kir ku qirkirinê nas bikin.
Konseya Rêveber a KNK’ê ji ber salvegera 105’an a Qirkirina Ermenan daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Împaratoriya Osmanî, axa Mezopotamya û Anatoliyê dagir kir û bi sedsalan talan kir. Di sala 1915’an de jî gelên Nemisilman qir kirin ku ji vê birîna jenosîdê hîn jî xwîn tê.”
KNK’ê bi bîr xist ku Împaratoriya Osmanî bi hevkarên xwe re di sala 2015’an de li dijî gelên Mesîhî (Ermenî, Asûrî-Suryanî-Kildanî) ku li cografyaya Mezopotamya û Anatoliyê bûn qirkirinek pêk anî.
Bi dewamî hate gotin, “Hejmareke bilind a Kurdên Êzidî jî bi ber vê jenosîda wan ketin. Di vê qirkirinê de rêvebirên Cemiyeta Ittihat Terakî, çeteyên Teşkîlata Mexsûsa, Alayên Hemîdiyê û Artêşa Osmanî, efserên di Artêşa Osmanî de kar dikirin, li hemberê mirovahiyê sûc kirin. Gelê Ermen û Asûrî-Suryanî-Kildanî, bi armanca ku bi dîrok û kultura wan ve ji holê rakin qir kirin. Ev qirkirin li dijî mirovahiyê sûcek e ku ne mumkun e bê înkarkirin. Belgeya berçav û heqîqî hejmara kuştina ji milyonek û nîvan zêdetir mirovan e. Qeydên nufûsa Împaratoriya Osmaniyan jî vê rastiyê teyîd dikin.
Ji gelê Asûrî-Suryani-Kildanî zêdetir ji nîv milyonê, ji gelê Ermenî jî di ser milyonekê, mirov bi barbarî û bi rengên cuda û li cihên cuda hatin kuştin. Bi sed hezaran kes jî ji cih û warên wan, bi Qanûna Tehcîrê hatin mişextkirin. Bi deh hezaran, piranî zarokên keç û jinên ciwan, hatin misilman kirin û bi awayekî xeyrî insanî, bi zorê hatin zewicandin. Bi hezaran warên bicihbûnê, dêr û manastir, dibistan û pirtûkxane, kargeh hatin wêrankirin. Hejmareke ne diyar mal û milk û dewlemendî hatin desteserkirin û xespkirin. Kuştin û birandina gelên Asûrî-Suryanî-Kildanî û Ermenî û wêrankirina wargeh û şopên kulturî û dîrokî yên wan mubah hate ditin; bi bangên cîhadê û fermanan paksazîya etnîk û dînî hate kirin.”
Di dawiya daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Ev travmaya ku bi serê van xelkan hatî ev e sed û pênc sal in li ser nifşên nû bûye trajedî ku bi bîrhatinên gelek tahl ve tijî ye. Piştî jenosîda ku sed û pênc sal ji ser re derbasbûyî, Komara Tirkiyeyê ku mîratxwera Imparatoriya Osmaniyan e, vê qirkirinê qebûl nake û dibe şîrikê vî sûcî ku ev e tê manaya bi awayekî din domandina jenosîdê. Bi munasebeta 105. sala jenosîdê em bang li Komara Tirkîyeyê dikin ku qirkirinê qebûl bike û pêdivîyên wê jî bîne cih.
Em wek KNK, jenosîda sala 1915’an careke din bi xurtî şermezar dikin û daxwaz dikin ku ji aliyê tevahiya dem û dezgehên peywendîdar ve bê qebûlkirin.