Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê KNK’ê êrîş weke trajediyeke mirovî, komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê pênase kir.
KNK’ê dibê je
Ev êriş ji aliyê kê hatibe kirin, bi tu rengî nayê qebûlkirin.
Em weke gelê Kurdistanê êş û encamên êrişên bi vî rengî li ser saziyên tenduristî û yên din baş nas dikin.
Ji ber ku bi salane gelê Kurdistanê tûşî êrişên bi vi rengî ji aliyê dewletên dagirker ên weke Tirkiye û yên din rû bi rû maye.”
Daxuyaniya KNK’ê bi vî rengî dewam kir:
“Dîrokê nîşan daye ku pirsgirêka Filistîn-Îsrailê bi şidetê çareser nabe.
Pirsgirêka ku niha wek şerê navbera Hamas û Îsraîlê de tê dîtin, ji ber berjewendiyên cuda yên dewletan kûrtir dibe.
Mixabin eş û azarên gelê Filistînê wek di êrişa li ser nexweşxanê diyar bû ji aliyê hinek dewletan ve ji bo siyaseta berjewendiyan tê bikaranîn.
Ji bo çareserî û aştiyek mayînde em bang li aliyan dikin ku roj berî rojê vî şerê malweraniyê rawestînin û pirsgirêken xwe bi rêbazên siyasî û diyalogê çareser bikin.
Eger pirsgirêkên sereke, weke pirsa Kurd û ya Filistîne bir rêbazên siyasî çareser nebin wê li Rojhilata Navîn aştî û aramî pêk neyê.”