Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs ji ber rîska mezin a şer bang li PKK û PDK’ê kir ku tavilê diyalogê bikin. Karamûs got, “Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîla dikim; xwe ji şer vegirin.”
Di 13’ê Kanûnê de li qadeke navbera du gundên Amediyê, hêzên taybet ên PDK’ê gule li wesayiteke gerîla reşandibûn û vê yekê tirs û fikara li ser şer zêde kir. Li gorî HPG’ê di encama vê gulereşandina giran de 2 jê bi giranî 3 gerîla birîndar bûn.
‘DIVÊ HER DU ALÎ XWE JI PROVOKASYONÊ VEGIRIN’
Hevserokê KNK’ê Ahmed Karamûs ji ANF’ê re axivî û banga lezgîn li aliyan kir.
Karamûs got, “Bi navê Hevserokatiya KNK’ê, her wiha weke endamekî şandeya serdana Başûrê Kurdistanê de kir (Meha Mijdarê), banga lezgîn li aliyan dikim. Em vî şerê dawî weke provokasyonekê dibînin. Divê her du alî xwe ji vê provokasyonê vegirin.”
‘PÊWÎSTE HÊZÊN LI HERÊMÊ XWE VEKIŞÎNIN POZÎSYONA BERÊ’
Karamûs bi biryardarî got, “Divê her du alî teqez bi berpirsyarî tevbigerin” û bal kişand ser qada ku rageşiya şer lê rû da. Karamûs got, “Hêzên ku li wir bi cih bûn, yên ku li ber hev rabûn, divê bi lezgînî li çeperên xwe yên berê vegerin. Neçar in ku bi rêya hevdîtinê pirsgirêkê çareser bikin.”
Karamûs bi dewamî got, “Em ji bo diyalogê bang dikin. Ji ber ku ev şer wê li qadekê nemîne û dibe ku li her devera Kurdistanê belav bibe. Em di pêvajoyeke gelekî hesas de ne û şerekî gengaz wê li berjewendiya partî yan jî Kurdekî neyê. Berevajî dikare li Kurdistanê bibe sedema têkçûnê.”
‘BINGEH JI DAGIRKERIYA DIJMIN RE TÊ AMADEKIRIN’
Karamûs destnîşan kir ku rageşî û rîska şer tenê amadekariyê ji dagirkeriya dijmin re dike û got, “Lewma em bang li PDK’ê û PKK’ê dikin, bang li pêşmerge û gerîlayên HPG’ê dikin; Ev şer bi ti awayî ne bi xêra Kurdan e. Berevajî, dikare destketiyên Kurdan têk bibe.”
Karamûs bang li partî, saziyên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku zimanekî ku şer sor dike bi kar neynin, aştî û biratiyê teşwîq bikin û got, “Gotinên sorkirinê û daxuyaniyên bi vî rengî ne li xêra destketiyên Kurdan e.”
‘YEKANE RÊYA ÇARESERIYÊ, DIYALOG Û HEVDÎTIN E’
Karamûs got, “Yekane rêya çareseriyê diyalog û hevdîtin e” û xwest, ku bi rengekî cidî nêzî bangên KNK’ê bibin û tavilê rêya diyalogê bê hilbijartin.
BANGA LI PÊŞMERGE Û GERÎLAYAN
Karamûs diyar kir ku hewldanên diyalogê û amadekirina bingehê ji vê yekê re, wezîfeya wan a neteweyî ye û ev bang li pêşmerge û gerîlayan kir:
“Bi rengekî eşkere bang li pêşmerge û gerîlayan dikim; xwe ji şer vegirin. Divê xwîna xwişk û birayên xwe, xwîna Kurdan neyê rijandin.”
BANGA TAYBET A LI MESÛT BARZANÎ
Karamûs bangeke taybet li Serokê Giştî yê PDK’ê Mesût Barzanî jî kir û got, “Di vê mijarê de divê bi rola xwe rabe. Pêwîste şer, şerê navxweyî, şerê Kurdan rawestîne.”
Karamûs bi navê KNK’ê bang li partiyên Kurdistanî hemûyan kir ku bicivin û anî ziman ku ji bo pêkhatina civîneke bi vî rengî ew hewl didin.
Karamûs bal kişand ser serdana wan a li Başûrê Kurdistanê ya meha Mijdarê û diyar kir ku ji bilî PDK’ê partî û rêxistinên civakî yên sivîl hemûyan nîşan dan ku ew alîgirê diyaloga navbera Kurdan e û wan ev helwest ji PDK’ê re jî ragihandine.
Karamûs bi bîr xist ku PDK hîn jî bersivê nade bangên ji bo hevdîtinê û kêmkirina tansiyonê.
‘DAXUYANIYÊN MESRÛR BARZANÎ CIHÊ XEMGÎNIYÊ YE’
Karamûs nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên dawî yên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê yên li ser PKK, Şengal û Rojava û got, “Em vê helwestê teqez qebûl nakin. Ne li gorî berjewendiya Kurdan e.”
Karamûs got, “Daxuyanî û ferzên Mesrûr Barzanî, helwesta eşkere û dijminane ya li dijî PKK’ê me diêşîne. Em van nêrînan parve nakin û divê li ber rabin.”
‘DIBE KU BINGEHA YEKÎTIYÊ JI HOLÊ RABE’
Karamûs têkildarî encamên şerekî gengaz hişyarî da û diyar kir ku eger şer giran bibe, bingeha yekîtiya navbera Kurdan dibe ku ji holê rabe. Karamûs got, “Eger şerê navbera pêşmerge û gerîla bigihêje asteke bilindtir hingî ev zemîn dikare ji holê rabe. Gelek çeper û destketiyên me hene ku dikarin ji destê me biçin. Ne tenê dagirkeriya dijmin, her wiha di navbera Kurdan de dijminatiyeke welê dikare rû bide ku sererastkirina wê zehmet be.”
Karamûs destnîşan kir ku rageşiya rû da, zexteke dewleta Tirk e û got, “Ji şerê nava Kurdan tenê dagirker bi ser dikeve.”