KNK’ê diyar kir ku Erîc Davîd pisporekê hiqûqa navneteweyî û kesekê qedîrgiran e ku Kurd wî ji nêz ve nas dikin û di dewama peyama xwe de ev tişt destnîşan kirine:
“Rêzdar Erîc Davîd, pisporekê hêja bû ku bi daneheva xwe ya bi salan bi tecrûbe û zanîna xwe rapora kesê zana pêşkêşê Dadgeha Belçîkayê kiriye û aniye ziman ku PKK ne rêxistineke terorî ye, li gor hemû normên navneteweyî û hiqûqa Cenevreyê aliyekê şer e.
Rêzdar Davîd bi delîlên xwe yên dîrokî îspat kir ku PKK ne rêxistineke terorî ye.
Ji lew ma Kurd wî ji bîr nakin. Bila Xwedê rehma xwe li Rêzdar Davîd bike û sebirê bide hezkirî û malbata wî.”