KNK’ê xwest, tecrîd tavilê bi dawî bibe, daxwazên rewa yên çalakgerên di greva birçîbûnê de ne bi cih werin anîn û ji bo vê jî bang li saziyên mafên mirovan, CPT û raya giştî kir. KNK’ê ji çalakgeran jî xwest, dawî li çalakiyên fedayî bîne.
Komîteya Mafên Mirovan a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li ser rewşa dawî ya berxwedana grevên birçîbûnê daxuyaniyeke nivîskî weşand.
‘BILA ÊDÎ ZINDAHIYÊN SIYASÎ Û ÇALAKVANÊN KURD DAWÎ LI JIYANA XWE NEYNIN’
KNK’ê bi bîr xist, ku li zindanên cuda yên Tirkiyeyê çend meh in zindaniyênn siyasî yên Kurd ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne û diyar kir, “Ji 20’ê Sibatê heta niha 7 zindaniyên siyasî yên Kurd ku di nava wan de 4 jin hene, her wiha welatiyekî jî li Elmanyayê ji bo heman meremê dawî li jiyana xwe anîn.”
Di daxuyaniyê de bang li zindaniyan hate kirin ku êdî bi ti awayî dawî li jiyana xwe neynin û ragihand, xwekuştin pirsgirêkan çareser nake, di heman demê de metirsiyên mezin li pey xwe dihêle.
JI BO BIDAWÎKIRINA TECRÎDÊ BANG LI CPT Û SAZIYÊN NAVNETEWEYÎ HATE KIRIN
Di daxuyaniya Komîteya Mafên Mirovan a KNK’ê de hate xwestin ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe û hate gotin, “Her wiha divê daxwazên rewa yên zindaniyên siyasî û çalakgerên di greva birçîbûnê de hemûyan bi cih bên anîn.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang hate kirin: “Em daxwaz ji rêxistinên mafê mirovan yên Kurdistanî, navdewletî û komîteya qedexekirina êşkenceyê (CPT) dikin, her wiha bang li ragihandin û medyayên Kurdistanî dikin ku hemû bi hev re ji bo bi dest ve anîna daxwaziyên zindaniyên grevgirtîn û hemû çalakvanan û parastina selametiya jiyana wan hemû hewl şiyanên xwe bikar bînin.”