Konseya Rêveber a KNK’ê li ser koça dawî ya dîroknivîsê navdar Dr. Kemal Mezher daxuyaniyek da û sersaxî ji malbata wî û gelê Kurdistanê re xwest.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku 16’ê Adara 2021’ê akademîsyen, dîroknivîsê Kurdistanê Dr. Kemal Ehmed di 84 saliya xwe de li nexweşxaneyeke li bajarê Bonnê yê Elmanyayê çû ser dilovaniya xwe.

Têkildarî Dr. Kemal Ehmed hate gotin, “Kesekî niştimanperwer, rewşenbîr, akademîsyen, dîroknivîsê berhemdar bû. Wî xizmeteke mezin ji dîrok, ziman, rewşenbîrî û pirtûkxaneya Kurdî re kir.”

KNK’ê diyar kir, Dr. Kemal Ehmed ku di heman demê de mamosteyekî zanîngehê bû, bi sedan xwendekar, bi taybetî jî li Bexdayê gelek xwendekarên Kurd gihand.

KNK’ê ragihand, ku jidestdana Dr. Kemal Mezher di vê qonaxa hestiyar a gelê Kurd de zerareke mezin e û diyar kir ku ji ber koça dawî ya Dr. Kemal Mezher ew xembar bûn.

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji gelê Kurdistanê, xemxwarên dîroka Kurd û malbata Dr. Kemal Mezher hate xwestin.