Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), piştî ku PDK’ê hêzên xwe şand nuqteyên gerîla yên li Garê, bi rengekî lezgîn li hev civiya û Maseya Krîzê ava kir. KNK’ê ji bo diyalogê bang li aliyan kir.

Konseya Rêveber a KNK’ê piştî rûdana aloziya li Garê bi rengekî lezgîn civînek li dar xist.

Di daxuyaniya KNK’ê de hate gotin, “Piştî ku PDK’ê pêşmerge şand cihên nêzî nuqteyên gerîla yên li Garê, rageşiyê dest pê kir û her mezin dibe. Îro (4’ê Mijdarê) hin bûyerên nebaş qewimîn.”

KNK’ê diyar kir ku ew li pêşberî vê rewşê ‘aciz in û hesas in’ û wiha dewam kir:

“Ji bo rewş girantir nebe, veneguhere şer bi navê KNK’ê em bang li aliyan dikin ku hêzên xwe li qadên berê bihêlin, hêzên nêzî hev bûne vekişin cihên berê û vê pirsgirêkê bi rêya diyalogê çareser bikin. Her wiha em bang li partî, rêxistin, kesayet û gelê Kurdistanê jî dikin ku bikevin nava liv û tevgerê û nehêlin ku hêzên Kurdistanî bên hemberî hev.”

KNK’ê di civîna xwe de ya ji ber vê rewşa hesas li dar xist, ev biryar wergirtin:

1- Ji bo rewş gav bi gav bê şopandin û tedbîrên pêwîst bên wergirtin Maseya Krîzê hate avakirin.

2- Biryar hate dayin ku di asta Hevserokatiyê de heyetek biçe Başûrê Kurdistanê û bi aliyên pêwendîdar û hemû derdoran re têkiliyê deyne.

3- Di demeke kurt de wê li ser Zoomê bi beşdariya kesayet, endamên partî û rêxistinên Kurdistanî konferanseke berfireh bê lidarxistin.