Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî êrîşa hewayî bire ser paytexta Yemenê Sanayê ya bi kontrola Hûsiyan.
Li gorî televizyona dewletê El Hadatê balafirên koalîsyonê balafirxane û depoyên cebilxaneyên ên li baregeha hewayî kire hedef. Têkilî encamên êrîşê ti agahî nehate standin.
Milîsên Hûsî yên Şiî ku Îran pişta wan digire, van heftiyên dawî êrîşa bi droneyan ên li ser tesîsên Siûdî anîbûn ser xwe.
Siûdî û Mîrektiyên Ereb ên Yekbûyî (MEY) ji êrîşên Hûsiyan Îranê berpirs dibîne. Êrîşa bi droneyan a li ser Siûdî û MEY’yê rageşî zêdetir kiribû. DYE’yê keştiya şer û balafirên şer şandibûn herêmê, fikara şer a li dijî Îranê bi van geşedanan re zêde bû.
Koalîsyona Siûdd û MEY’ê ya bi desteka Rojava ji Adara 2015’an û vir ve li Yemenê li dijî Hûsiyan şer dikin. Li Yemenê krîza herî giran a mirovî tê jiyîn.