Rayedarekî Erebistana Siûdî diyar kir, ji bo pêşî li belavbûna vîrûsa korona ya nû bigirin wan li Yemenê bi rengekî yekalî agirbest ragihandine.
Rayedar got, agirbest wê ji roja Pêncşemê û pê ve bikeve meriyetê, du hefte bidome û ew li bendê ne ku Hûsiyên Şîa qebûl bikin.
Heman rayedarî got, “Li dijî nexweşiya Covîd-19 em zemînê têkoşînê amade dikin.”
Rayedarê Siûdî diyar kir ku eger Hûsî bersiveke erênî bidin Koalîsyona Ereb dikare dema agirbestê dirêj bike.
Li Yemenê Hûsî û hêzên hikumetê şerê hev dikin. Siûdî piştgiriya hêzên hikumetê, Îran jî piştgiriya Hûsiyan dikin.
Di şerê Yemenê de heta niha bi deh hezaran kesî jiyana xwe ji dest dane, ku piraniya wan sivîl in.
Derdora 24 milyon mirovên li Yemenê ku du ji sê parên nifûsa welêt e pêwîstiya xwe bi alîkariya însanî ya bingehîn heye.