Ji fermandarên şerê Kobanê Meryem Kobanê, ku li dijî DAÎŞ’ê bi çeka xwe li ber xwe da, niha jî wî şerê mezin bi pênûsa xwe ji nifşên nû re radigihîne. Meryem Kobanê dibêje, “Yên li ber xwe dan diviyabû weke leşkerên meçhûl nemabûna.”
Ji fermandarên şer û serketina dîrokî ya Kobanê Meryem Kobanî di pirtûka xwe de qala wê demê kir. Bergê destpêkê yê pirtûka Meryem Kobanî ya bi navê “Kobanî: Çepera Rûmetê” ji Weşanên Şilêr derket.
Meryem Kobanî têkildarî mijarê bersiv da pirsên ANF’ê.
Beriya her tiştî em pirtûka we pîroz dikin. Armanca we ji vê pirtûkê çi bû? Vegotina berxwedanê ji nifşên nû re, wezîfeyeke şoreşgerî yan jî jibîrnekirina bûyerên ku qewimî bû?
Dema ku em dibêjin rastî û heqîqeta şerekî ku ger mirov şahidiya wê yekê kiribe, berpirsiyartiya wê rakiribe gelek tişt têne xwestin. Di dîrokê de gelek têkoşîn û serpêhatiyên Kurdan çêbûne. Ev rastiyên ku li dîroka Kurdan pêk hatine, her tim bi devkî mane. Nebûne malê dîrokê. Yek ji sedema vê yekê ev e ku em di bin welatekî û xakekî ji aliyê çar dewletên hegemonîk ve hatiye dagirkirin û parçekirin de dijîn. Ji ber vê yekê ger mirov bikaribe rastiya vî şerî û heqîqeta ku bi çavê yekemîn dîtiye, her wiha şahidiya wê kiriye û biryara vê yekê daye bide îfadekirin ji bo min wateya xwe cuda ye. Him ji bo nifşê nû û dîrokê bimîne him jî ji bo ev rastî neyê windakirin û heqîqeta wê bikaribe di hemû mirovan de jiyan bike. Her wiha ji bo her nifşekî Kurd ku hat bikaribe bi vê serpêhatiyê ku heqîqetek hatiye jiyîn bizanibe. Bi rastî sedemeke nivîsandina vê pirtûkê weke erkeke mîlîtaneke têkoşîna azadiyê dibinîm. Min xwest bi vê pirtûkê rastiya vî şerê hatiye jiyîn bibe malê dîroka Kurdistan û malê hemû gelan. Her malbateke Kurd, her Kurdekî ku bi rastî dibêje ez Kurd im hewce ye vê heqîqetê bizanibe. Ji bo vê yekê min xwest rastiyên bi çavê yekemîn min jê re şahidî kiriye, bibe malê hemû Kurdan û dîroka tê nivîsandin. Ger gelek paşeroj û dîroka xwe baş nas neke nikare pêşeroja xwe jî li ser vî bingehî ava bike. Tebîniyên wî/wê yên li ser pêşerojê wê lewaz bimîne. Armanca nivîsandina min a vê pirtûkê yek jî ev bû.
Pirtûka we bi sînor dest pê dike. Hûn di çavên zarokekê de pênase sînor dikin. Sînor ji bo Kurdan yek ji travmayên herî mezin e. We çima sînor hilbijartin?
Di jiyana mirovan de her demê sînor tiştekê bi êş in. Dema mirov dibêje sînor, dorpêç e di heman demê de. Sînor tê wateya ji hev qutkirinê û xerîbbûyînê jî. Her wiha dibe wateyeke kelemekî jî. Ji ber vê yekê sînor ne di jiyana tenê mirovekî di jiyana her zindiyekî de tê wateya neherikbariyê. Dema sînor hebin nahêle herikbarî pêş bikeve. Her demê dibe sedema berîkirinan, hesretan çêdike û xerîbiyê ava dike. Lê welatekî weke welatê me ku em jê re dibêjin bihuşta cîhanê, sînor di nava vî welatî de şerma mirovahiyêye. Ji bo min sînorkirina mirov û jiyanê wekî zindanekê ye. Sînor hinek jî ji bo me Kurdan armanca xwe terbiye kirin e. Lê belê ev rastî êdî teqez bûye ku dilê mirovan nabe ku bi sînoran dorpeç bikin. Nikarin fikrê û felsefeya mirovan bi sînor bikin. Di zarokatiya her mirovekî ku li ser sînoran jiyan kirî de ez bawer dikim mîna kelemekî di çavê wî/wê de dimîne. Ji xwe yên ku sînor ava kirin armanc kirin ku dijberiyê ava bikin. Dîsa sînor dihêle ku her tim di dil û mejiyê mirovan de kîn û hêrsek mezin li hember feraseta ku sînor çêkirine bi pêş bikeve. Dibe sedem ku mirov rastiya xwe ji bîr neke. Her tim mîna tabloyeke li ber çavan e sînorên hatî hûnandin. Êşa parçekirina Kurdistanê di xwe de dihewîne. Qirkirina Kurdan e. Ji ber vê yekê ez her demê sînoran wekî nexweşiyekê dibînim. Ango tê wateya nerehetî û nexweşiyê.
Em wê keça li ser xetê (Bakur) piştî bi salan li binê xetê (Rojava) weke şoreşgerekê dibînin. Hûn dikarin qala wê hesta destpêkê ya li xaka şoreşê bikin?
Bi rastî min di pirtûkê de jî aniye ziman, tişta ku zarokatiya min de herî zêde ji min re wek nakokî dihat, temenek şûnde ji min re bû wek birînek ku neyê girtin, her demê azara wê were kişandin û êşa wê roj bi roj were kişandin mijara sînoran bû. Çîma sînor? Çima mirovên hev nikarin hevdu bibînin û bi hev re bijîn? Çima di zimanê me dûrbûna ji hev heye? Çima em bi mirovê xwe re nikarin bi hev re têkiliyeke aram bijîn? Dîsa çima em nikarin wek zarok leyîstokên xwe bi hev re bilîzin? Tişta ku bi min re êş dida kişandin û min her tim pirs dikir û min digot: çima em nikarin hevdu hemêz bikin? Yanî sînoran di zarokatiya min de pirs li pey pirsan dida avakirin. Mîna serpêhatiyeke bêdawî her demê pirs bi xwe re dianî. Min xwe ji van pirsan nedikarî xelas bikim. Wekî ku ti mirovekî lê dîtina mirovên te ne di destê te de be. Tu nikaribî bi kefxweşî û bi dilxweşî mirovên xwe nas bikî û bi wan re bijî. Sînoran ji bo min felsefeyek ya jiyanê da avakirin. Sînoran hişt ku Kurdperweriya min bi kîn û nefretek mezin pêş bikeve. Min di zarokatiya xwe de her tim xeyal dikir, sînoran di zarokatiya min de xeyala ku ez wek maratoneke bêdawî bimeşim bi min re da avakirin. Ez di vê baweriyê de me ku di zarokatiya her mirovekî de xeyal hene. Mînak dema ez zarok bûm min her tim dixwest ku perê min çêbibe û ez sînoran derbas bikim. Gelek caran ez difikîrîm ku gelo mirov dikare ji bin erdê tunêlan çêbike û sînoran derbas bike. Di temeneî biçûk de min her tim xeyala çirandina wan sînoran çêdikir. Di leyîstîkeke hevalên min en zarok de ku ez hîn 8 salî bûm em diketin pêşbirkê. Me pêşbirka revê dida destpêkirin. Cihê ku em lê disekinîn weke girekî bilind bû. Me destê hevdu digirt û me digot kî dikare zûtirîn bi pêş ve biçe, wê çaxê em ê bikaribin sînoran derbas bikin û herin binxetê. Ev xeyal her tim di hest û jiyana min de hebûn. Ez dikarim bibêjim ku di lîstikên min ên zaroktiyê de van nakokiyan dest pê kir. Pirsa çima sînor û ez ê çawa bikaribim van sînoran biçirînim dev ji min bernedida. Kehrebeya ku aliyê din ê sînor hatibû rêzkirin ku şewqek mezin jê derdiket û wek ristikek hatibû rêzkirin ji min re mîna gilwazek di stûyê mirov de ku mirovan dixeniqîne dihat. Ev dihat wateya xeniqandina welatê Kurdistanê. Dibe ku sedema xwe ji vê jî digire ku şekirokên ji aliyê binxetê ji min re dihat min kom dikirin û wek gilwazek di stûyê xwe de digerand. Dîsa ronahî ji bo mirovahiyê tiştekî pîroz e, lê dema min li ser wan sînoran ew ristikên ji ronahiyê ku li derdorê Kurdistanê çêkirine didît ji min re wek tarîtiyê dihat. Ruxmê ku ronahî çêdikirin di çavê min de tarîtiyek mezin çêdikir. Min plan dikir û min digot gelo ez kevirek biavêjim ez dikarim van ristikên ceyranê tine bikim. Bêguman ez li pey vê xeyala xwe çûm. Min ev xeyala xwe weke nebe nabe girte dest. Di jiyan û felsefeya min de tu carî xeyalên min pey min berneda. Mina rihekî her tim bi min re geriya. Ez çûm ku derê, min ji kîjan avê vexwar, her gavek min avêt û her şûneke ku ez çûm mîna hevalekê her tim bi min re geriya. Dema ez çûm wê milê sînor jî min got dibe ku ez hatibim vê mîlê sînor, lê min dizanî ku ez ne bi xeyala xwe ya zarokatî hatime ku min digot baskên min jî hebin ez bifirim û sînor derbas bikim jî dîsa sînor nayên rakirin. Dîsa min digot ez mîna lawirekî karibim di bin têlan de derbas bibim jî sînor ranabin. Wê demê pêwîst e tu tiştekî bikî ku bikaribî sînoran rabikî. Dema destpêka şoreşa Rojava wê demê cara yekemîn ku ez çûm min li beranberî sînor temaşeyî milê din kir. Wê demê careke din ew xeyalê min ku min digot ez ê çawa wê gilwazê ronahiyê bişkînim û wan têlan rakim, diket hişê min. Hesteke ku herî zêde di min de ava bû ev bû ku min digot gava min avêtî têrê nakê. Lê min ev digot teqez hewce ye sînor an jî ev pirsa sînor a di serê min de ne tenê wek pirs bimîne, gerek di demeke kin de çalakiya vê pirsa sînoran were kirin. Ji ber ku min dizanî ku ên sînoran avakirin qirkirinek çêkirine. Yên ku sînor çêkirin tovê nakokiyan dane avakirin. Yên ku sînor çêkirin ferq û cudahî xistine nava gelan de ji ber ku serxet û binxet ne gotineke ji rêzê bû. Mînak dema dayîka min behsa Suryaniyan dikir min fêm dikir ku her tim em bi hev re jiyane. Di heman welat, di heman bajar û gundekî de jiyanek bi hev re par ve kirine. Leyîstikên zarokan heman leyistik bûn. Tişta ku ji min re wek nakokî dihat; em li serxetê ew li binxetê bûn. Wê çaxê min ev rastî baş fêm kir ne tenê gelê Kurd gelên din jî bi sînoran ji hev hatine dûrxistin. Di nava gelan û di heman demê di nava ziman û çand de jî sînor hatine çêkirin. Dema em behsa qirkirina Suryaniyan dikin û çîrokên tên gotin, -ku dayîka min em li ber van çîrokan didan razandin û di berde digiriya- em van rastiyan pir eşkere dibînin. Wê çaxê ez difikirîm ku hewce ye mirov ji bo vê mijarê çareseriyekê bibîne. Ji ber qirkirina li ser van gelan hatiye ferzkirin bi van sînoran çêbûye. Mînak dibêjin dema Ermen qir kirine, dibêjin ew birina çola Dêrazorê. Dema tê behskirin mirov vê rastiyê dibîne ku ji buhiştê çûyîna dojehê hatiye jiyîn. Dihat gotin çawa zarokên wan di nava firêzên genim de derbas bûne, pêxas û birçî mane û ji tînan jiyana xwe ji dest dane. Dîsa çawa jinên ducanî jiyana ji dest dane, dihat behskirin. Di van rêkên mirinê de bi hezaran mirovan xwe veşartine û ji bo ol û baweriya xwe biparêzin çawa li ber xwe dane. Ev rastiyên ku tên ziman hemû nakokiyên sînoran e. Nexwe di navbera Suryan, Ereb, Kurd, Fars û Ermeniyan de nakokî û dijminahî nînin û bi hezaran salan bi hev re jiyane. Mirov vêya fêm dike ku sînor mîna toqeke bi naleteyê ku di stûyê mirovan de hatiye çêkirin. Ji mirovan ji rastî û heqîqeta wan dûr bixin ev sînor hatine çêkirin. Wê demê min ev ji xwe re got, “Ez ê tola gilwazê xwe ku min şekirokên xwe kom dikirin di stûyê xwe de berdidan- ji van sînoran hilînim. Hesta ku min destpêkê jiyankirî ev yek bû. Dîsa dema ez destpêkê çûm wî aliyê sînor xeyalek min a çûndina dêrekê hebû. Çîroka vê dêrê her tim pîrka min ji min re digot. Li gorî gotinan dêrek li milê Nisêbîne yek jî li milê Qamişlo heye. Di zarokatî de xeyala min ew bû ku ez biçim van dêran bibînim destpêkê min serdana dêrê kir. Ji ber ku gorî gotinan dibêjin li wê dêrê dayîkek bi keça xwe dijî. Navê keçikê Febronîa ye. Dema qirkirin bi serê Suryaniyan de çêdikin komployekê tînin sere Febronîayê û jê re dibêjin ku tu ne keçik î û bi êşkenceyeke pir giran wê dikujin. Piştî kuştin, cenazeyê wê ku ji êşkenceyê parçe parçe bûye dişewitînin. Piştî Febroniya jiyana xwe ji dest dide li dêra Qamişlo cihê Febronîa hatiye qetilkirin dar şîn dibin. Li ser vê yeke navê Febronîayê li dêra Qamişlo dikin. Ev çîroka tê behskirin ne tenê ya Febronîayê ye ya me hemû jinan e û ya Ermen, Suryan, Kurd û bi hezeran neteweyên din e. Ev çîrok her tim ji her jinekê re tê gotin. Çîrokeke ku rastiya sînoran bi awayekî eşkere radixe berçavan. Ji ber vê yekê ez çûm min ew dêr jî dît. Bêguman çûyîna aliyê din ê sînor hesteke pir cuda bû, lê ji ber ku hêj bi rastî jî sînor nehatibûn rakirin, ez nikarim bibêjim hestê min serkeftî ye.
Di pirtûka xwe de we qala gelek bûyeran kirin. Hûn di heman demê de şahid, hêza biryardanê ya wan bûyeran e. Gelo nivîsandina wan zehmet e yan jî jiyîna wan?
Ger mirov jinek be di jiyana mirov de hin tişt tên guhertin. Ji ber ku di jiyana jinan de her dem rastiya edaletê heye. Di berxwedana Kobanê de ez him fermandar bûm, him şahidê wê berxwedaniyê bûm him jî bi xwe min di nav de cih digirt û biryara wê dida. Bêguman ev yek ji bo mirov pir zehmet e. Dema mirov di nav de be ewqas zehmetî nakişîne û mîna ku lehiyek biherikê tu di nav vê heqîqetê de dijî. Tu her tim dikevî nav hesteke ku ez ê çawa bi ser bikevim. Jiyankirina vê heqîqetê ji bo min zehmet bû lê bi rastî nivîsandin ji bo min zehmettir bû. Ji ber ku dema tu dinivîsî, tu du caran dibî şahidê bûyera ku jiyaye. Dema min ev pirtûk nivîsand tişta herî zêde min tê de zehmetî kişand ev bû, min dizanî ku yek kes nabe qehreman. Ji ber ku di Kurdistanê de her şoreşgerekî/ê bi hestekî ku ser bixe tê nava têkoşîna azadiyê. Dibe ku yek ji yê din çelengtir û wêrektir be lê heman dil ji bo azadiyê û serkeftinê lêdide, di heman demaran de xwîn diherike û heman çav dîmenê hêviya serkeftinê dibîne. Ji ber vê yekê min di got hewce ye tu kes meçhûl nebe û ez di pirtûka xwe de cih bidim her kesekî/ê. Dibe ku navê wan tê de nebe lê hunerekê wî/wê tê de heye. Dîmenek ji wan ku min bi çavê xwe kişandiye û min di bin hişê xwe de hiştiye, min hewl da ez binivîsim. Ji ber vê yekê dema min pirtûk dinivîsand hemû tirsa min ew bu ku ez bikaribim heqê wan bidim an jî ez bikaribim bibim zimanê wan qehremanan. Min digot gelo ez ê bikaribim bibim eynika wan ku her kesek bej û bala xwe tê de bibîne, egîdî û çelengiya wan bizane. Min digot gelo ez ê bikaribim kesayeta van terîf bikim an jî ji xwe wan hevalan bi berxwedana xwe pesnê xwe dane, gelo ez ê bikaribim pesnê wan bidim. Min dixwest ez wan fedaiyên Kurdistanê wisa bînim ziman ku her kesek wan nas bike ku pir kesan çav û guhên xwe ji vê rastiyê re girtibûn. Min dixwest ne tenê ez, her kesek bi wan re bijî. Dîsa min her tim digot ku hewce ye ez bêedaletiyê nekim. Çaxa min pirtûk dinivîsand min di vê yekê de zehmetî kişand. Hewce ye mirov heqê her kesekî bide û ti kes di quncika tarîtiya dîrokê de nemîne. Ji ber ku her mirovek bi qasî gerdûnekê hunera xwe heye. Ji bo ku ew mirov di vê gerdûnê de wek her kesekî bijî, her kes karibe wê/wî bibîne, pê re hevaltî bike û bibe mêvanê sohbeta wê/wî min dixwest bêedaletiyê nekim. Dîsa dema mirov dubare tiştekî bijî, pir zehmetiyan dikşîne. Êşkişandina du caran bêguman mirovan hîn bêtir dixe nav lêhûrbûnekê.
Di şerekî dîrokî de, di demeke dîrokî de gelo hesteke çawa ye ku hem berxwedêr be, hem jî bibe ew kesa ku wê demê vedibêje? Ji ber ku kesên ku hûn di pirtûkê de qalê dikin ‘ne yên ji ber xwe ve hatine nivîsandin’. Lehengên mezin ên sedsala 21’ê ne û hûn hemûyan nas dikin?
Di felsefeyê de dibêjin ku mirov du caran bi avekê nayên şûştin. Heqîqetek wisa heye ku mejiyê mirov cihê qeydkirinê ye. Ji bo tiştan qeyd bike hewceye tu jiyan bikî, tenê tu wan bûyeran bibihizî tu pir nikarî wan di hişê xwe de bi cîh bikî. Min hewil da him di hişê xwe de bi cih bikim him jî bi wan re bijîm. Ew kesên ku ev têkoşîn dane meşandin û bûne sembola wêrekî û fedaîtiyê, hewce ye bibin nasnameya vî gelî. Ji ber vê yekê hemû zehmetiyên min di vî alî de pêş diket ku min digot gelo ez ê bikaribim wan qehremanan bînim ziman û bidim naskirin. Heqîqeta şer gelek cuda ye pir caran tu navan ji bîr dikî. Mirov hebûnek wisa ye ku bixwaze jî nikare her tiştî qeyd bike carinan hinek tişt ji bin hişê mirov re derbas dibin. Bêguman ji bo min nivîsandin hîn zehmettir bû.
Di dîrokê de her tim heqîqet hatiye berevajîkirin. Em şervanên heqîqetê ne û em li pey heqîqetê digerin. Ji ber ku em li hemberî neheqiyê lehengên têkoşîna azadiyê û di heman demê de li heqîqetê digerin. Li hemberî bêedaletiyê li edaletê digerin û şerê vêya dikin. Neheqiya li ser mirov di sedala 21’an de ku pergala kapîtalîzmê ku mirovan ji cewherê wan derdixe û ji heqîqeta wan dûr dixe em qebûl nakin. Kapitalîzm hewil dide rojane bîra mirovan ji dîrokê bimehîne, em jî li bîra mirovan a dîrokî digerin. Em şervanên heqîqetê ne ku têkoşînek dîrokî didin meşandin. Jixwe qehremanên vê sedsalê ev şervan in ku li heqîqetê digerin. Ji ber ku em pergala ku li ser civakê, gelekî, erdnîgariyekê, li ser jin û li ser hemû neteweyan zextê dide meşandin, qebûl nakin. Em şerê vê yekê dikin. Beguman di nava vî şerî de wekê kesekî ku him berpirsiyar, di navde cîh girtin him jî şahidiya wê kirin û jiyîna bi wan qehremanan re pir bi wate ye. Ji ber her yek ji wan hevalan destanek in. Bi rastî dema em di nava wî şerî de bûn sozeke me hebû. Hemû hevalan digot kîjan heval, sax bimîne hewce ye her tiştî binivîse. Her dem di nava şer de min di nava hevalan de ev hîs dikir, digotin ku pergala kapîtalîzmê heqîqeta şervanan û lêgerîna wan berevajî dike. Wê çaxê nîqaşa vê yekê di nava me de dihatin kirin. Me digot niha em vî şerî dikin lê cîhan li hemberî vî şerî xwe bêdeng kiriye, kesek nabîne û di cîhanek ku ewqas teknolojî pêş ketiye cîhan bûye kulmek di nava deqîqeyekê de her kes bi her tiştî dihese lê di nava vê qiyametê de kesek bi vêya nahese. Ev şer mîna fîlmekî aksîyon ku dihate jiyîn, her kêliyek ji wê dilê mirovan disekinand. Lê belê ti kesî ev nedidît. Yên ku digotin em jiyanê dibînin û her tiştî dibihîzin çavên xwe ji rastiyê re girtibûn. Ji bo vê yekê hewce ye mirov çav û guhê vê rastiyê çêbike. Gelek caran dema min temaşe dikir gotina her hevalekî/ê biryara dîrokekê bû. Her evîniyeke wan û bi ken pêşwazîkirina mirinê dida nîşandan ku van hevalan di bin mejî û hişê xwe de deh hezar sal piştî xwe dibînin. Bi vî ruhî dijîn. Di çîroka xwe de deh nifşên beriya xwe ku tine bûne hevalan ev zindî dikirin. Di çavên wan de dîmenê hebûna wan mirovan te didît. Li ser her bihostek axa ku dimeşiyan wateyek cuda li gel xwe mezin dikirin. Min di şexsê wan hemû qehremanan de dît ku konê tirsê ji nava wan ji zû ve bar kiribû. Êdî mîna aveke ku tim diherike di jiyanê de her tim herikbar bûn. Li kêleka vê yekê bêhêvîtiyê jî konê xwe rakiribû û her tim hêvî didan avakirin. Ne li pey jiyaneke rojane bûn li pey tama dîrokê bûn. Tama dîroka wan paşeroja wan ya ku hatî windakirin dizanîn ji ber vê yekê mîna arkeologekî li pey dîroka xwe ketibûn. Dema min biryara nivîsandina pirtûkê da min ev berpirsiyartî hîs kir. Jixwe dema mirov berpirsiyar be û şahidî ji vê berxwedanê re bike zehmet e. Bêguman tu nizanî tu yê bijî yan na û kîjan keliyê wê çi bibe mirov nizane, lê ruxmê vê yekê min her tim di mejiyê xwe de her tişt qeyd dikir. Her cihekî, gundekî ku em diçûn an jî her hevalê ku min didît min di mejiyê xwe de qeyd dikir. Heçku hin kesan ji min re gotiye ku ev fermanek e. Min jî ev ferman ji dîroka xwe, ji biriqandina çavê wan lehengan, ji qêrîna wan pîr û kalan, ji dayîkên ku zarokên xwe ji bo şoreşê dikirin diyarî û hêsirek jî nedibarandin digirt. Ji ber dayîkan digot ez hêsirekê li ser vê xakê nabarînim û her bihostek axê bi xwîna parçeyek ji can av bidim. Êdî lorîkên dayîkan ne lorîkên berê bûn, hatibûn guhertin ev lorîk. Di gotin an jiyanek azad û bi rûmet an jî ez ê ezîzê/a ber dilê xwe bikim qurbanî ji bo vî welatî. Jiyaneke bi rûmet dihat wateya mirinek birûmet. Erdnîgariyeke dagirkirî êdî malxirabî û malwêranî bû. Ger nasnameya te nîn be, mala te hebe an jî zarokên te hebin ti wateya xwe nîne. Min şahidiya van tiştan hemûyan kir. Dema dayîkan tabûta zarokên xwe hildidan, hineya wan digerand. Di Kurdistanê de her tişt hatibû guhertin. Çîrok û şevbuhêrkên kal û pîran hatibûn guhertin. Êdî ew qehremanên dihatin behskirin li gel wan, li mala wan û keç û û kurê wan bûn. Bêguman bi vê pirtûkê belkî min kariye encex ji sedî pêncî hin tiştan bînim ziman. Bi qasî bîra min têr kir û bi qasî nîviyê dîtina xwe min nivîsand. Her qehremanek ku hatiye ziman çîroka wî/wê bi qasî çîroka Kurdistanê ye. Êdî her keçeke Kurd ne tenê ji bo evîneke takekesî xwe ji bo ku bibe bûka welatê xwe dixemiland. Êdî dibû evîndara welat û felsefeya xwe û ji bo vê şer dikir. Pir caran dilê me di heman wextê de ji bo heman tiştê lêdida. Kenê li ser rûyê me bû yek, ji bo şehadeta hevalekî/ê xwe em bi hev re xemgîn bûn. Gelek caran dema toz ji çeka hevalê me derdiket di heman demê de li ber çavê me xuman çêbû. Me heman pariyê nan bi hev re par ve kir û birçîbûna zikê me hemûyan bû yek. Caran me dengê dilê hevdu dibihîst. Şahidî û jiyîna bi wan re, ez diêşandim.Lê belê sedsala 21’an de em mirovên herî bi şans in ku em bi wan hevalan re man. Hemû kêliyê jiyana wan ji xewa wan, ji qelîştokê li ser lêvên wan, ji toza li ser rûyê wan bigire heta kêfxweşiyeke kalekî 80 salî, ji tilîliyeke dayîkekê ku bi êşa xwe û bi qêrîna xwe dixwest sînoran biçirîne ji wan re şahidî kirin ji bo min cihê rûmetê ye. Erka me ya sedsala 21’emîn ev e ku em layiqî wan bin.
Dema ku we li Kobanê şer dikir, gelo dihate bîra we ku hûn ê rojekê serpêhatiyên xwe binivîsînin?
Çîrokeke nivîsandina vê pirtûkê jî heye. Dema şer dest pê kir em koma yekemîn bûn. Bi taybet 19-20 Tîrmehê ev hevalên ku destpêkê hatibûn û em bi hev re bûn. Her tim daxwazeke wan hevalan hebû ji ber ku êdî Kobanê ketibû çemberekê. Jixwe beriya wê şerê Serêkaniyê hebû. Di mijarekê de her tim me milekî xwe kêm didît. Wê demê derfetên me zêde nînbûn, me nekarî em hevalên şehîd ketine an jî dîroka rojan binivîsînin. Min her tim digot xweziya min karîba hemûyan qeyd bikim an jî binivîsînim. Ji ber ku hevalek tê kêleka te, hûn hev nas nakin, we cara yekemîn hev dîtiye, piştî demeke kin ew heval şehîd dikeve. Ev yek ji min re zehmet dihat. Beriya niha min pirtûkek xwendibû navê wê pirtûkê –Qala şerê Rûsan dikir- leşkerê meçhûl bû. Dema ez fikirîm, min digot hewce ye li Kurdistanê tu kes ne meçhûl be. Jixwe di Kurdistanê de zêde qehreman, nivîskar, dîrokzan, hunermend û lehengên Kurdan hatine windakirin. Kurdistan bi xwe meçhûl kirine, dixwazin şervanan û lehengan jî meçhûl bikin. Ji ber vê yekê tenê bi çîrokan behsa wan kirine. Min digot gerek tu şervanên heqîqetê meçhûl nebin hewce dike ku dîmenek, navek an jî cihek wî/wê hebe. Wê demê heval Cûdî, Dilgeş, Roza, Masîro û heval Baharîn hebû digotin yên sax bimînin, ewê pirtûka Berxwedana Kobanê binivîsîne. Rojekê em ji şerekî pir krîtîk derketin. Heval Cûdi ji min re got, em bi zorê xelas bûn, hewce ye tu şehîd nekevî. Min got çima tu wisa dibêjî li ser vê yekê ji min re got tu rastiya hemû çeperên şer dizanî ji bo vê em hemû wê ruhê xwe bidin te ji bo tu bikaribi piştre vê dîrokê binivîsînî. Pirtûkek hatiye nivîsandin ez bawer im herkes dizane ‘300 Ispartayî’ ye hevalan tim behsa vê pirtûkê dikirin. Rojek di nîqaşeke me de hevalan hev re digot wê kî bimîne ji bo vê dîrokê binivîsîne. Min jî ji Heval Cudî re got em hemû ruhê xwe bidin te hema tu bimîne. Wî jî got ez tenê li çeperekê mame, lê tu rastiya hemû çeperan dizanî û tu ji destpêkê heta niha, di nav vî şerî de yî. Ji ber ku di qanûnên xwezayê de jî bi vî rengî ye her yek ruhê xwe dide yekî, ji bo ew kes dirêj bijî an jî li pey wê kesê re zarokek tê dinyayê û cihê wî/wê vala namîne. Bi vê yekê re girêdayî mînaka pirtûka Ispartayiya dida û digot yek kes diçe lê şûna wî kesî deh hezar kes tên. Me digot kî bimîne bila bimîne ji bo nifşên nû, ji bo gelê Kurd û ji bo cîhanê hewce ye ev dîrok bê nivîsandin. Ji bo ez tiştekî ji bîr nekim min hert im rojnivîsk dinivîsand. Min digot eger em sax nemînin jî wê yek vê dîrokê binivîse. Girîng e ku bi rengekî sade mirov qala dîrokê bike, ji ber ku dîrok ne xeyalî ye, heqîqetek e. Lê caran dibe ku bi hezaran mirov derbikevin û vê dîrokê binivîsin lê ya rastî her kes nikare wek tê xwestin bîne ziman. Ez dîsa dibêjim van tiştên ku min anî ziman dibe ku ne sedî pêncî jî ji wê pêvajoyê bin. Ji ber ku li Kobanê şerê gel yê şoreşgerî hebû. Her tişt xwe di nava vî şerî de diyar dike. Em dikarin bibêjin îxanet, tirs, rev ya herî girîng kêfxweşî, berxwedanî, lehengî û qehremanî heye.
Di rojên herî giran ê şerê Kobanê de we di hevpeyvîneke xwe de digot, “Kobanê wê bibe Stalîngrad”. Bi rastî jî Kobanê berevajî bendewariya hinekan, neket û ji bo Kurdan û gelan bû Stalîngrada sedsala 21’ê. Çîroka wê gotinê çi bû?
Ez dikarim bibêjim ev pirsa cîlda duyemîn a pirtûkê ye. Ji 14’ê meha 9’an li Serzorê şer giran bû. Derdora saetên nîvro 1-2 bû. Ji wî milê sînor yê ku nakokî bi min dida avakirin, min gilwazê wê qut kiribû û di xeyalê xwe de rakiribû. Ersîn Çaksû di telefonê de pirs ji me dikir. Got min bihîst ku şer heye. Dema ku ez di telefonê de diaxivîm, toz û duman hebû û ezmanê Kobanê hatibû guhertin şev bibû roj, roj bibû şev. Mîna sterkên li asîmanê Kobanê fîşek dibariyan ji asîmanan. Xurmêniya diket ser deşta Kobaniyê perda guhê mirovan diqetand. Di wê kêliyê de Ersîn Çaksu ji min pirs kir got çi heye? Min dema bersiv da wê çaxê li ber çavê min 3 tankan bi hevdu re berê xwe dabûn dibistana Serzorê û dîwarê dibistanê xera dikirin. Dema ez bi hevalê rojnemevan re diaxivîm min jê re got, “Tu dizanî niha li Kobanê çi tê jiyîn? Mîna Stalîngradê –Min berê ev fîlm temaşe kiribû- tanga milê xwe dane hevdu, dîwarê dibistana Serzorê xera kirin û ketin hewşa dibistanê. Di hundirê dibistanê de qehremanên ku mirin têk biribûn,hîn jî qîrînên wan di guhê min de ne.Sloganên serkeftinê berz dikirin û digotin ‘Ev der wê ji we re bibe cehennem û hûn ê nikaribin bi ser bikevin’. Tilîliyên hevala Viyan, Peyman û heval Gulîstan deng vedida her wiha hevalê Rodî, Ciwan jî li wê derê de qîr dikirin û slogan berz dikirin. Wê çaxê ew dîmenê Stalîngradê hate ber çavê min û hîn roja yekemîn a şer bû. Min ji hevalê rojnemevan re got ‘Ev der wê di Rojhilata Navîn de bibe Stalîngrad. Çawa wana nehiştin kapîtalîzm derbasî Stalîngradê bibe, em jî nahêlin DAÎŞ derbasî Kobanê bibe’. Ev şev û rojek bû ku li Serzorê berxwedaniyek hebû. Min got eger DAÎŞ derbas bibe jî wê mîna li Serzorê berxwedanî pêş bikeve. Hîn cîhanê şer nebihîstibû. Tişta ku hişt ez gotina Stalîngrad bibêjim dîmenê ku li dibistana Serzorê de dihat dîtin bû. Di dengê hevalên qata jor a dibistanê şer dikirin de tereddut tunebû. Te digot qey ew heval ne di şer û cengeke ewqasî giran de ne, lê di nav dîlanê de coşa serkeftinê dijîn.Ew ruhê wan yê heviya serkeftinê di xwe de mezin kiribû û dîmenê li ber çavê min ketî ku 13 leheng û qehremanan bedena xwe kiribûn çeper ku goştê bedena wan ji pola xurttir bûbû. Piştî vê yekê min gotina Stalîngrad anî ziman.
Bi berxwedana Kobanê re ew sînorên ku di dîroka Kurdan de travma ye, derb xwar. Dewleta Tirk destpêkê bi lêkirina dîwaran hewl da wan sînoran biparêze. Piştî ku ev nebû dest bi operasyona dagirkeriyê kir. Bi dîtina we ew sînorên hatin hilweşandin wê karibe ji nû ve karîger bin?
Bi rastî elimandinek ku pergalê li ser her kesî daye ferzkirin ku dibêji hin kes tenê qehreman in û hinek kesan tenê dide pêş. Lê ya rastî heqîqet nayê wendakirin. Dîroka mirovahiyê her tim hatiye berevajî kirin. Ji ber vê yekê jî yek tenê nabe ku bibe qehreman. Tişta ku min esas girt heqîqeta li Kobanê hatiye jiyîn û bîra dîrokê bû. Ji ber dîrok zindî ye. Beriya 200 salî dîsa li ser wan sînoran berxwedanî hatiye kirin yên ku îro li ber xwe didan jî neviyê wan bûn. Ez nikarim bibêjim ku destana Kobanê ji şerên Kurdan yê berê cuday e û ji hevdu qut e. Yên îro şer dikin heman ruhê dijîn û neviyê wan in. Dîsa min nexwest wek elimandinên tên zanin bigirim dest û min xwest bi rastiya wê ez bînim ziman ji ber ku tiştek beyî hevdu nabe. Heçku keçeke Kurd keziyê xwe hûnandî û di ser rextê xwe de berdayî hertişt bi hevdu re girêdayî ye û tê jiyîn. Ji bo vê yekê ez her tim dibêjim ruyê her mirovekî/ê dişibe xaka wê/wî û nîşaneya xaka xwe ye. Min nexwest bikevim pey xemilandina gotinan di pirtûkê de ji xwe wan lehengan bi berxwedana xwe jiyan xemilandibûn.
Em gotina dawî ji we re bihêlin…
Bêguman em bi sînoran dest pê dikin û bi sînoran bi dawî dikin. Dikarim bibêjim ku li dewsa têlên rêsayî ji bo çav jî hevdu nebînin diwarên ji betonê dane avakirin. Lê belê ev nafîle ye. Hewce ye ev were dîtin êdî Kurd ne ew Kurdê berê ne. Dagirker xerîbê dîroka Kurdan e. Digotin me li Agirî Kurd tine kirin û me beton bera ser wan de ku êdî nikaribin rabin Lê Kurdan mîna dareke çinarê ev beton qelaştin. Ji bo vê yekê jî êdî çi dikin bila bikin êdî ew sînor wek berê nabin. Ji ber ku Kurdan di dilê xwe de ew sînor qetandin û ew sînorên di mejiyê Kurdan de hatibûn çêkirin hatin çirandin. Ew xeleka li pêşiya me danîbûn ku xwe li derdorê xeyalê me ê zarokatî digerand hate qetandin. Her kes hewce ye vê yekê bizanibe em bi felsefeyeke din mezin bûn. Êdî ew lehengên di çîrokan de dihatin behiskirin di çavê her kesekî/ê de wek dîmen tê dîtin. Dibe ku dagirker îro jî ceribandina wê dikin û bi taybet dewleta Tirk hewldana dagirkeriyê bike. Ev tirsa wan ev e ku ruxmê ew betona li şûna têlan hate rijandin sînor bêwate bûne. Dibe ku deh sînorên din jî çêbike dev ji Kurdistanê berde dixwaze her gund, bajar û malan de jî sînoran ava bike. Lê belê ev sînor bi serkeftî nabin. Carekê me ew sînor qetandin êdî em ristikekê ji şekir çênakin û naxin stûyê xwe. Zarokên ku li pey me bijîn wê ne bi xeyala ristikek ji şekir xistina situyê xwe çêbikin an jî wê tirsa windakirina şekirê xwe nejîn. Wê tenê bi tirsa ku çawa cîhaneke bi xeyalên azad jiyan bikin di nava dilê xwe de bihewînin. Tirsa ji rastiyên ku di vê pirtûkê de jî hatiye ziman ku jiyan dikin dagirker dixwazin dîsa sînoran çêbikin. Ji qehremanên di hundirê vê pirtûkê de ditirsin. Ji bo vê yekê têlên rêsayî rakirin beton rijandin. Çawa ku dayîkên me, keç û xortên ciwan bi bedenên xwe sînor rakirin em ê jî be bedenên xwe ew batona ku wan çêkirî ji holê rakin. Îja vê carê wê şopên ji betonê jî neyên dîtin. Dibe ku vê carê sînoran ji hesinan jî çêkin ew jî feyde nake. Ji ber ku Kurdan di mejiyê xwe de ew sînor hemû parçe parçe kirin. Ruhê felsefeya Apoyî hatiye çêkirin. Ma kî dikare êdî dilê Kurdan dîl bigire. Kî dikare tirsê bixe nava çîrokên Kurdan. Êdî her stranbêjek, dîrokzanek, nivîskarek, fermandarek, qehremanek, şervanek û jineke Kurd di ferqa her tiştî de ne. Ji ber ku em bûne xwedî felsefeyek û em bûn xwedî rastiya gelekî ku bi hêz e. Van tiştên tên jiyîn, êdî ne çîrok in me êdî tama azadiyê girt û ew tama me ji azadiyê girtî em ê li gorî wê bijîn. Dikarin sed sînorên din deynin lê nikarin weke berê bibin. Di sedsala 21’an de sînorên dagirkeran ku bi xeyalên Osmaniyan tên çêkirin wê bi ser nekevin. Ji ber ku êdî ne tenê gelê Kurd di vê destanê de cihê hemû gelan heye. Ev pirtûk ne ku min nivîsandiye ew kesên dane jiyan kirin bi min dane nivîsandin. Ew lehengên ku bi bedena xwe sînor qetandin, ew dayîkên ku bi laçikên xwe yên sipî û lewendiyên xwe sînor çirandin ew ê van betonan jî rakin. Ew pirtûk mirovên ku bedena xwe li hember sînoran kirin çeper û bi ser ketin ev pirtûk bi min dane nivîsandin. Yên ku di çavên xwe de pêşbirka azadiyê bi ser xistin û bi felsefeya azadiyê tevgeriyane ev pirtûk bi min dane nivîsandin. Hevalên ku li Serzorê li ber xwe didan, digotin dibe ku em li vê derê 13 heval şer dikin lê wê 13 hezar şervan werin Kobanê. Bi rastî di wan sînorên ku dagirkeran çêkirin re şervanên vî gelî dihatin Kobanê. Bila dixwazin bi hezaran sînoran ava bikin. Lê belê me tiştek bi ser xist hewce ye cîhan vêya bizane. Felsefeya Rêber Apo ew sînorên di serê Kurdan de hatibûn çêkirin şikandin û careke din jî ew sînor hevdu nagirin. Wê di sedsala pêşiya me de sînor mîlada xwe xelas bikin. Ger ku cureyek dî çêkin jî dikarin çêbikin. Lê sînorên herî zehmet yê mejî û dilê mirovan e. Dema mejî û dilê mirovan dîlgirtî be wê çaxê zehmet e. Tişta dikarim bibêjim qehremanên vê pirtûkê nexşerêya vê dîrokê di bin hişê xwe de jiyan û nexşerêya serkeftinê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê diyar kirin.
Bêguman ev pirtûk ne tenê ya qehreman û lehengan e ku li Kobanî li ber xwe dan û dagirkerî têk birin. Yên ku bi dil û mejiyê xwe û bi ked û hewildanên xwe alîkarî û pişgirî dan, ya wan e jî. Bi taybet ji bo hûnandina vê pirtûkê bi zimanê xwe pişgirî dan, hevalên ku ev berpirsiyartî dane me û hiştin ku em vê pirtûkê binivîsînin her wiha mirovên ku dilê wan ji bo azadiyê lêdide ev pirtûk ya wan kesan e. Ya zarokên pêşerojê ye. Her wiha kesên ji Ewropa ku hatin tevlî şoreşê bûn ya hemû enternasyonelan e. Ev pirtûk ya hemû şoreşger û ya hemû Kurdan e. Ji ber ku ne tenê kesekî, her kesî ev pirtûk daye nivîsandin. Dibe ku navê hinek kesan nehatibe nivîsandin lê ya hemû qehremanan e. Hevalên ku di şer de birîndar bûn û ya hemû kal û pîr, jinên Kurd ên têkoşer û ya hemû şervanên azadiyê ye.