Parlamenterê HDP’ê Koç diyar kir ku bi tecrîdê re destûra bingehîn tê binpêkirin û bang li hikumeta AKP-MHP’ê kir ku li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere.

Parlamenterê Agiriyê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Abdullah Koç têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî. Koç destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê bêhiqûqî ye, binpêkirina destûra bingehîn e û li cîhanê mînakeke wê nîne.

Koç got, “Tirkiye xwedî destûreke bingehîn e, xwedî qanûnan e ku bi cih bîne. Lê belê ev tecrîda giran a 22 sal in dewam dike, ji her alî ve sîstemeke bêhiqûqiyê ye. Dema ku mirov bala xwe didin ser bicihanîna tedbîrên ceza û ewlekariyê, tê dîtin ku di xalên 83 û 66’an de tê destnîşankirin ku kesê hikum xwariye xwedî mafê axaftina bi telefonê, mafê hevdîtina rû bi rû ya bi malbatê, xwedî mafê hevdîtina bi parêzeran re ye. Ev qanûn ji bo tevahiya dewletê, organên rêveberiyê û her kesî derbas dibe û divê bi rengekî wekhev ji bo her kesî bê bicihanîn.”

‘PÊŞÎ LI AŞTIYEKE GENGAZ DIGIRIN’

Parlamenter Koç anî ziman ku ev pîvan û qanûn, li Îmraliyê bi rengekî taybet hatiye betalkirin, ti aliyekî vê yê hiqûqî nemaye û wiha dewam kir, “Tiştekî zelal û eşkere heye ku em ji hikumeta AKP-MHP’ê re dibêjin; li gorî destûra bingehîn û qanûnan tevbigere! Mînakeke din nîne ku di vê astê de qanûn û destûra bingehîn hatine betalkirin. Destûra axaftina bi telefonê ya ji bo 3-4 deqeyan û birîna vê telefonê, bêhiqûqiyeke din e. Eger li cihekî, li nava dewletekê, li nava civakekê hiqûq hatibe betalkirin êdî li nava wê sîstemê mirov nikare qala pergaleke rêveberiyê bikin. Ev yek tê wateya astengkirina lihevkirin û aştiyeke gengaz a gelên Tirkiyeyê.”

Koç bal kişand ser tecrîda li girtîgehan û got, “Li girtîgehan zêdeyî 120 roj in greva birçîbûnê heye. Daxwazên wan ew e ku tecrîd û binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan bên bidawîkirin. Dema ku mirov van hemûyan bi rengekî hevgirtî dinirxîne, dibîne ku hêza hikumeta heyî ji bo çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê nemaye.”

Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Abdullah Koç, doza girtinê ya li dijî partiya wan hatiye vekirin nirxand û got, “Em ji bo her kesî daxwaza edaletê dikin; ji bo jin, zarok, kedkaran, yan jî bo her beşa civakê daxwaza edaletê dikin. Ev edalet jî bi pêkanîna aştiya civakî dibe. Em li gel gelê xwe vê têkoşînê dimeşînin. Em ne bawer in ku gavên ji bo girtina HDP’ê tên avêtin encam bigirin. HDP nêrîneke, ji bo civaka Tirkiyeyê reçeteyeke xurt e, ji bo rizgariya gelan qadeke girîng a têkoşînê ye.”