Li gorî daneyên Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) a ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY), li tevahiya dinyayê 272 milyon mirov li derveyî welatê xwe di rewşeke koçberiyê de ne.

Hejmara koçberan di nava 40 salên dawî de her tim zêde bû. Di sala 1980’î de hejmara koçberan 2.3 ji sedî yê nifûsa tevahiya dinyayê bû, lê di sala 2000’î de bû 2.8 ji sedî yê tevahiya nifûsa dinyayê. Tenê ji sala 2010’an û vir ve 51 milyon mirovî welatê xwe terikandine.

Beşeke girîng a koçberan ew mirov in ku ji ber xizaniyê koç kirine. Ji bo perwerdeyê her sal bi milyonan ciwan koçî welatekî cuda dikin.

Li gorî IOM’ê felaetên xwezayî û guhertina avhewayê di koçkirinê de xwedî roleke mezin in.

DI RÊZÊN DESTPÊKÊ DE DYE, RÛSYA Û EREBISTANA SIÛDÎ HENE

Li gorî daneyên Konseya Civakî û Aboriyê ya Neteweyên Yekbûyî (ECOSOC) heta sala 2019’an herî zêde DYE, Elmanya, Erebistana Siûdî, Rûsya, Awûstralya, Kanada û welatên Ewropayê mêvandarî ji ji koçberan re kirine. Welatên ku herî kêm mêvandarî ji koçberan re kirine jî welatên li bakurrojava û başûrê Efrîkayê û welatên başûrrojhilatê Asyayê ne.

Ji sala 1990’î û vir ve DYE ew welate ku herî zêde koçber lê ne. Hîn jî di vê mijarê de di rêza destpêkê de ye. Nifûsa koçberan a li DYE’yê di sala 1990’î de 23.3 milyon bû, di sala 2019’an de bi du qatî zêde bû û gihîşt 50.7 milyon mirovî. Piştî DYE’yê bi 13.1 milyon koçberî Elmanya û Erebistana Siûdî û bi 11.5 milyon koçberî jî Rûsya di rêzên destpêkê de ne.

RÛSYA DI KOÇBERKIRINÊ DE JÎ DI RÊZÊN DESTPÊKÊ DE YE

Li aliyê din Hindistan bi 17.5 milyon koçberî ew welate ku herî zêde koçberî jê çêdibe. Bi 11.8 milyon mirovî Meksîka bi 10.7 milyon koçberî Çîn û bi 10.5 milyon koçberî jî Rûsya di rêzên destpêkê de ne ku mirov jê koç dikin. Sûriye jî ku ji ber şerê navxweyî 8.4 milyon mirovî jê koç kirin di rêza pêncemîn de ye.

LI GORÎ PARZEMÎNAN HERÎ ZÊDE LI ASYA Û EWROPAYÊ NE

Li gorî parzemînan jî koçber herî zêde li welatên Asyayê ne. Li Asyayê 83.6 milyon koçber hene. Li Ewropayê jî piraniya wan koçberên ji nava parzemînê 82.3 milyon koçber hene.

Piraniya wan Emerîkiyên Latîn ên li DYE’yê li Bakurê Emerîkayê 58.6 milyon koçber hene. Li Başûrê Emerîkayê jî 11.6 milyon koçber hene.

Li parzemîna Efrîkayê 26.5 milyon koçber, li Okyanûsan jî 8.9 milyon koçber hene.

RÊJEYA YÊN DI TEMENÊ KAR DE NE ZÊDE YE

Temenê koçberên li tevahiya dinyayê bi giranî derdora 39 salî tê texmînkirin. Ji wan 74 ji sedî di temenê 20-64 de ne ku temenê kar in. Ev yek jî ji bo welatên pêşketî ku nifûsa wan yek ji çaran bi giranî di ser 65 salî re ye çavkaniyeke girîng a hêza kar tê nirxandin.

Piraniya koçberan ji ber sedemên aboriyê neçar man koçî welatekî cuda bikin. Derdora 70 milyon mirov neçar in li derveyî welatê xwe yan jî li herêmeke cuda ya welatê xwe bin.

BI MILYONAN KOÇBER D INAVA ŞERT Û MERCÊN LI DERVEYÎ MIROVAHIYÊ DE NE

Ji tevahiya koçberên li dinyayê 14 ji sedî li welatê pêşketî yan jî li welatên Rêxistina Pêşketin û Yekîtiya Kar a Aborî (OECD) dimînin ku welatên bi pêş dikevin endamên wê ne. Bi milyonan koçberên ji welatên Asyayê li monarşiyên li Rojhilata Navîn di nava şert û mercên mîna serdema koletiyê de ne.

Ji van welatan a sereke jî Qatare ku wê di sala 2022’an de mêvandariyê ji fînalên Kûpaya Dinyayê re bike. Tê texmînkirin ku li Qatarê b ihezaran Asyayî di sektora înşaetê de ji ber ku demeke dirêj di nava germahiyê de hatin xebitandin jiyana xwe ji dest dn. Li gorî raporeke Komîteya Şopandina Mafên Mirovan (HRW) tenê di navbera salên 2009 û 2017’an de 1300 koçberên ji Nepalê ji ber ku di nava germahiya zêde de hatin xebitandin jiyana xwe ji dest dan. Tê texmînkirin ku bi koçberên ji welatên cuda re ev hejmar zêdetire.

Her wiha li Ewropa û welatên din ên pêşketî jî koçber bi giranî bi mûçeyeke kêmtir tên xebitandin.

TEVKARIYEKE MEZIN LI RAZEMENIYA LI WELATÊN XWE DIKIN

Her wiha koçberên li welatên pêşketî yan jî bi pêş dikevin dimînin, tevkariya wan a li welatê wan zêdetir dibe.

Rojnameya Le Monde ya Fransayê li gorî raporên OECD ragihand ku rêjeya pereyê ku koçberên li dinyayê ji welatên xwe re şandin vê salê derdora 550 milyar dolar bû. Bi vî rengî koçberan razemeniya şîrketên navneteweyî li pişt xwe hiştin û bûn aktorê sereke ku tevkariyê li pêşketinê dikin.

Ev pereyê ku bi giranî ji malbatên koçberan re hatin şandin bi giranî ji Hindistan, Çîn, Meksîka, Fîlîpîn û Misrê re hatin şandin.