Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyîgît, bi gotina “Deqeyek be jî em dê şaredariyan ji destê wan bigirin” û helwesta hikûmetê ya li dijî vîna gel şermezar kir. Koçyîgît, diyar kir ku ger qeyûm tayînî şaredarian bikin dê bi milyonan li şaredariyan xwedî derkevin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Civîna Meclîsa Giştî ya 6’emîn a Serdema 8’emîn, li avahiya xwe ya li Taksîmê pêk anîn. Di civînê de Hevberdevkê HDK’ê Onur Hamzaoglu û Gulistan Kiliç Koçyîgît û hevparên HDK’ê amade bûn. Civîn bi hilbijartina dîwanê dest pê kir. Piştî dîwan hat hilbijartin Hevberdevka HDK’ê û Parlamentera HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyigît axaaftin kir. Koçyîgît, ewil bertek nîşanî operasyona 2 sal berê di 4’^d Mijdarê de li dijî HDP’ê pêk hat, da û got: “Ji wê rojê heta îro êrîşên li dijî siyaseta demokratîk bê navber didomin.
Koçyîgît, bal kişand ser 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê û wiha got: “Berê kesî Kobanî nizanîbû bû. Lê bi berxwedana gelan û têkoşîna hevpar hevî geş kir. Bi berxwedanê serkeftin pêk hat û Berxwedanê serkeftin pêş xist. Divê mirov baş bizanibe ku çima 1’e Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hatiye îlan kirin. Ji ber ku şerê di 2011’an de li Sûriye dest pê kir û DAIŞ’a ku bi taybetî Tirkiye piştgirî dida wê, bi piştgiriya Tirikye û welatên Korfezê li dijî Kobanê tevgera dagirkirinê da destpêkirin. Ji bo Kobanê têk bibin ketin nava tevgerê. Lê bi têkoşîna gelê Kobanê û têkoşîna gelên Bakurê Kurdistanê Kobanê neket. Bi hêza xweser û tekoşîna enternasyonal li dijî faşîzma herî dijwar û komên nijadperest Kobanê bi ser ket.
Çavkanî Ajansa Mezopotamya