Hate ragihandin ku kolberekî ji gundê Nelasî yê girêdayî bajarê Serdeştê yê Rojhilatê Kurdistanê, li sînorê Qendîlê di encama êrîşa hêzên dewleta Îranê de hate kuştin.

Kolbernewsê jî ragihand ku kolberê hatiye kuştin, Salar Ehmediyane û 24 salî ye û got;

Salar, dema ji bo debara jiyana xwe bi neçarî diçe karê kolberiyê, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve, li devera Serdeşt, bi çeka doçka hate gulebaran kirin û jiyana xwe ji dest dide.

Malbata Salar Ehmed cenazeyê kurê xwe ji nexweşxaneya bajarokê Qeladizê girtin û êw defin kirin.