Greva birçîbûnê ku li bajarê Silêmaniyê hatiye destpêkirin di roja 85’an de bi koma 43’ayan berdewam dike.

Li bajarê Silêmaniyê greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda girankirî ya liser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, di roja 85’an de ji aliyê koma 43’yan ve dewr hat girtin.

Di dema dewrkirinê de li ser navê koma 43’yan Wişyar Kerîm axivî û destnîşan kir ku rakirina tecrîdê ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan erka herçar perçeyên Kurdistanê ye. Kerîm anî ziman ku ew jî li ser vî esasî tevlî çalakiyê dibin û bang li hemû gelê Kurd kir ku li her derê têkoşînê bilind bikin. 

Wişyar Kerîm silav li Leyla Guven ku ev 121 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de û hemû çalavkanên din ên ku li derveyî welat û zindanan di grevê de jî kirin û piştgiriya xwe anî ziman.