Di roja sêyemîn a çalakiya Greva Birçîbûnê ya bêdem û dorvger ya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Kurdistanê ya li Hewlêrê de, koma duyem dewr girt.

Nûnertiya HDP’ê li Hewlêrê bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û piştgirîdayîna çalakiya Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven ji 21’ê Mijdarê ve çalakiya greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li Hewlêrê bêdem û dorvegere. Di roja sêyem a çalakiyê de komek din ji endamên Nûnertiya HDP’ê ya Başûr pêktên, çalakiyê dewr girtin.

Endama Nûnertiya HDP’ê Mizgîn Arî ku îro li gel komek ji endamên HDP’ê çalakiyê bi daxuyaniya çapemeniyê dewr girtin. Mizgîn di daxuyaniya çapemeniyê de diyar kir ku heya tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ranebe ewê çalakiya xwe bidomînin.

Di nava çalakvanên gireva birçîbûnê de Endamê Meclîsa HDP’ê ya Hewlêr Nasir Yagiz jî îro dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir û destnîşan kir ku heya tecrîd li ser Ocalan ranebe ewê çalakiya xwe berdewam bike.