Koordînasyona Komalên Ciwan bi wesîleya salvegera avabûna PKK’ê peyamek weşandin.
Di peyama Komalên Ciwan de hate diyarkirin ku di 27’ê Mijdara 1978’an de li Kurdistanê tovê PKK’ê hatiye danînin û îro di dilê milyonan kesan de cihê xwe girtiye. Komalên Ciwan salvegera PKK’ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gelê Kurd û li ciwanên welatparêz pîroz kir û ”Ji Hakî Karer heta rêheval Delal, Zekî, Atakan, Alî Çîçek, Baran Mawa û Mahîr Botan hemû şehîd bi hurmet” bi bîr anî.
Di daxuyaniya Komalên Ciwan de ev tişt hate diyarkirin:
“PKK li dijî nefret û naleta li mirovayetiyê, bûye bîrdariya berxwedanê ya mirovayetiyê. Ev rastî roj bi roj mezintir dibe. Li hemberî her cure êrîş û qetlîaman bi berxwedanê xwe li ser piyan girtiye. PKK bi têkoşîna xwe ya 40 salan li Kurdistanê û di nav mirovayetiyê de şoreşên mezin pêk aniye. Îro jî ciwanên li Kurdistanê di serî de,ciwanên sosyalîst û welatparêz berê xwe didin Kurdistanê. Kemal Pîr beriya 36 salan gotibû, em niha 6 kes in lê di dahatûyê de em ê bibin mîlyon kes. Ciwanên Kurdistanê bi felsefeya Rêbertî û çanda berxwedanê ya PKK’ê bû fedaî û berê xwe da nav refan.
Partiya me di têketina sala 41’an de bêtir bi îrade û xwerêxistinkirî ye. Em bawer dikin di sala 41’emîn de ew ê têkoşîna me geştir bibe û em ê têkoşîneke kûrtir derxînin holê. Li ser vî esasî em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku tevlî pêngava şikandina tecrîdê, hilweşandina faşîzmê û azadkirina Kurdistanê bibin.”