Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan gerîla Amara Gabar bi bîr anî, ku 6’ê Tebaxê li Cûdî jiyana xwe ji dest da.

Komalên Jin ên Ciwan daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, “Em hevrê Amara Gabar a ku 6’ê Tebaxê li Cûdî şehîd bû bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hevrêya wan Amara ji roja tevlî nava refên partiyê bû û heta kêliya şehadetê bi enerjiya şoreşgerî jin ên ciwan bi rêxistin kir, bi sedan şoreşger ên jin ên ciwan perwerde kir û her tim bi rengekî bi mînak tevlî têkoşînê bû.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta kêliya dawî bi ruhê lehengiyê yê berxwedana xwerêveberiyê bêtirs bi ser dijmin ve çûye û hate gotin, “Bi girêdana mezin a bi hevrêyên di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd bûn, ji bo armancên hevrêyên xwe pêk bÎnin, bi hestên tolhildanê û bi îdeolojiya Rêbertî ji bo pêkanîna armancên xwe bi rengekî pêşeng tevgeriya.”

Di daxuyaniyê de sersaxî ji malbata Amara û gelê Kurdistanê yê welatparêz hate xwestin û hate gotin, “Di şexsê hevala Amara de em soz didin ku tola hemû şehîdên xwe hilînin û ji bo pêkanîna xeyalên wan têkoşîna xwe geş bikin.”