Li dijî komkujiyên ku dewleta Tirk dike wê KOMAW Şemiyê çalakiyê bike. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Em bi hev re ji aştiyê re bêjin ‘erê’, ji şer re bêjin ‘na’.”

Saziya Malbatên Şehîd û Windahiyan a li Ewropayê (KOMAW) wê di 28’ê Îlonê Şemiyê li Dusseldorfê li dijî polîtîkayên zordar û kujer ên dewleta Tirk mîtîng û meşekê pêk bîne.

KOMAW’ê daxuyaniyek weşand û ji bo çalakiyê banga tevlîbûnê kir.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku metirsiya qirkirina fîzîkî û çandî li dijî Kurdan heye ku Kurd yek ji wan gelên kevnare yên Rojhilata Navîn e.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Banga me li tevahiya mirovahiyê ye. Dewleta Tirk ji bo komkujî û qirkirina Kurdan temam bike ji her demê bêhtir bi çek dibe û şer girantir dike.”

Di daxuyaniyê de planên Erdogan ên ji bo êrîşa li dijî Kurdên li Bakurê Sûriyeyê hate bibîrxistin û hate gotin, “Dewleta Tirk ku beriya du salan Efrîn dagir kir, niha jî dixwaze bajarên din dagir bike û rê dide çeteyên DAÎŞ’ê. Reng, ziman û baweriya xwe çi dibe bila bibe her kesên xwedî wijdan divê dengê xwe bilind bikin û ji sûcên li dijî mirovahiyê re bêjin ‘êdî bes e’.

Şaredariyên ku Kurdan bi hilbijartinên qezenç kirin tên desteserkirin, hevşaredar ji wezîfeyê tên dûrxistin û li şûna wan leşker û walî tên bicihkirin. Em bi hev re vê neheqiyê nqebûl nekin. Em bi hev re li dijî ‘şerê Sûriyeyê’ rawestin ku roj bi roj dijwar dibe. Em bi hev re li dijî faşîzmê, şer, kuştina jin û zarokan rawestin. Em bi hev re bêjin, ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Bijî azadî’, ‘Bijî demokrasî’. Em bi hev re ji bo aştî, azadî û biratiyê biqîrin.

Bi pêşengiya saziya malbatên şehîdan wê Şemiyê li Dusseldorfê bi beşdariya gaziyên di şer de birîndar bûn, malbatên şehîdan û gelê me mîtîngek pêk were. Em dixwazin polîtîkayên kujer, zordar û qirêj ên dewleta Tirk nîşan bidin.”