Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan a Kurdistanê (KOMAW)’ê daxuyanî da.

Got: “Ev tevgera serhildanê ya dîrokî xwedî cewhereke gelekî xurt e ku bi hezaran salan xwe gihandiye roja me ya îroyîn.

Lê belê bi qasî dirêjbûna dîroka xwe bi hezaran êrîşên tunekirinê û bi talûkeya windabûnê re rû bi rû maye.

Rêber Apo bûye bersiva hawara vê kevneşopiya berxwedanê û ev dîroka serhildanê ji xwe re esas girt û Tevgera Azadiyê ya Kurd ava kir.”

KOMAW’ê got:

”Em bi berxwedana zindanan ya bi pêşengiya Rêber Apo ya li Îmraliyê û li gel mizgîniya asta pêşketin û peresîna gerîlayan, ruhê berxwedanê yê Newrozê yê dîrokî ku hatiye nûkirin û tacdarkirin, dikevin Newroza sala 2024’an.

Em jî weke Komeleya Malbatên Şehîd û Windayan şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin, cejna Newrozê li Rêber Apo, hevalên wî, dayik û malbatên şehîdan û hemû gelê xwe yê welatparêz û dostên wan pîroz dikin.”