Serokatiya Meclîsa Rêveber a herêma Cizîrê bi boneya salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek da û komplo bi tundî şermezar kir.
Daxuyanî wiha ye:
“Bi hatina 9’ê Cotmehê komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê derbasî salek nû dibe. Rêberê gelê me di rewşeke herî dijwar de dijî û tecrîdkirî ye û serdanên parêzer û malbata wî jî hatine qedexekirin.
kombûna gelê me li derdora rêberê xwe û şarezebûna Rêber Ocalan di danûstandina bi komploya navnetewî re hişt ku armancên komployê pêk neyên, tevî vê yekê komplo bi rêbaz û şêwazên cûda hêjî berdewam dike. Dagirkkirina Efrîn xaleke nû ya rêzebuyerên komployê ye û bi vê yekê hewl didin rola aktîf a Ocalan di peydakirina çareseriyên demokrasî de tune bikin.
Bi vê boneyê em ji gelê xwe re piştrast dikin ku em ê bi xeta azadiyê ve girêdayî bimînin û parastina sembola mirovahiyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam bikin. Em bang li hemû cîhanê dikin ku bi berpirsyarî li hemberî terorê tevbigerin û ji bo azadiya Ocalan tevbigerin.
Azadiya Ocalan peywireke exlaqî û mirovahî ye û li ser milê hemû azadîxwazên cîhanê ye.
Bi hevre li hemberî komploya navnetewî û pûçkirina wê
Bimire komploker û amûrên wan
Azadî ji bo Rêber APO”.